Jînenîgarî

Reşîd Baqî Mihemed, sala 1930 li gundê Korkê yê ser bi nahiya Gûretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî nesko ya Şoreşa Yekem a Barzan ku Şêx Ehmedê Barzanî û hejmareke zêde ya malbatên barzaniyan penah birin ber bakurê Kurdistanê, ew jî di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyê Komara Tirkiyeyê bûye, lê piştî ku di sala 1933an de desthilatdarên tirk Şêx Ehmedê Barzanî radestî hikûmeta Îraqê dikin, malbata wan jî wekî temamiya wan malbatên ku ligel Şêx Ehmed awareyê bakurê Kurdistanê bûbûn, tên başûrê Kurdistanê, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya bakaloryos di beşa çandiniyê ya Zanîngeha Taşkentê wergirtiye, di 1ê kanûna duyem a 2002an de li gundê Korkê koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 2ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî di girtina polîsxaneya Şanedêr û di 10ê çiriya paşîn a heman salê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meznê kiriye. Di girtina polîsxaneya Rêzan de beşdar bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.

 Di rêkefta 25ê tebaxa 1945an de beşdarî şerê Çiyayê Qelenderî kiriye, beşdarî şerên Berdê Qelatê û Haciyê Sûrî kiriye, di şerê Badînan de birîndar bûye, di 5ê îlonê de beşdarî girtina binkeya polîsên Meydan Mûrîkî kiriye.

 Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de berê xwe dide rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê de Pêşmerge bûye, di 29ê nîsanê de beşdarî şerê Qerawa li navçeya Seqiz a rojhilatê Kurdistanê kiriye, di 3ê gulanê de beşdarî şerê Milqerenê yê Mameşayê kiriye.

 Piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê beşdarî şerên Qelatan, Singan û Gelasiyê bûye li rojhilatê Kurdistanê, di 3ê adara 1947an de beşdarî şerê Nelos û di 19ê adarê de beşdarî şerê Neqede û Şinoyê kiriye, paşê hatiye kirin pasewanê beşa topxaneyê, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir temamiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wekî dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkent a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hevrawezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1959an wekî fermanber di îdareya çandiniyê de hatiye damezrandin, lê karê hikûmî nekiriye û bûye pasewanê Barzanî li Bexdayê. Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1962an beşdarî şerê Serê Akrê û Serê Pirsê bûye û birîndar bûye, di 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Akrê kiriye û careke din jî di dema ravedûnan a hikûmeta Îraqê li nêzîkî pira Rêzan birîndar bûye, beşdarî şerên Şîlê Beraz, Şehê, Seftê, Gûretû, Gûra Bayvê (Gerwa Gûjê), Îşokûr û Geliyê Hesen Mema (Geliyê Zinta) kiriye.

 Di sala 1975an de beşdarî şerê Dola Şehîdan bûye û di heman salê de piştî şikestina Şoreşa Îlonê, wek penaber berê xwe daye Şahnişîna Îranê bo komelgeha Zêwe û ji wir hatiye veguhestin bo Şehrê Kurd li parêzgeha Çar Mehalê Bextiyarî û li wir niştecih bûye.

 Sala 1979an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye û bûye serliq û li ser raspardeya rêzdaran Îdrîs Barzanî  û Mesûd Barzanî vegeriyaye komelgeha Zêwe û hatiye kirin fermandarê batalyonê û berpirsê binkeya pasewanên serok Mesûd Barzanî heta sala 1991ê li ser vî erkî berdewam bûye.

 Sala 1991ê ligel cenabê serok Mesûd Barzanî vegeriyaye Kurdistanê bo Ranya û Diyana û di raperînê de beşdar bûye, sala 1993an bi fermana serok Mesûd Barzanî hatiye kirin endamê lijneya civakî ya Şêrwanî yek. Di dîroka 16ê tebaxa 1996an de di çarçoveya ahengên yubîla zêrîn de ji ber xebat û berxwedana wî di Şoreşa Duyem a Barzan, Komara Dêmokrata Kurdistanê, rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê, Şoreşa Îlonê، Gulanê û raperînê ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn, sala 1997an di şerê navxweyî de birîndar bûye, di 6ê çiriya pêşîna 1999an de nûnerê îftixarî yê Kongreya Duwazdehêm a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq bûye li Hewlêrê.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.