Resûl Salar Ferec Mihemed, sala 1963 li bajarê Bexdayê ji dayik bûye, derçûyê qonaxa navendî ye, ji ber ku bavê wî di destpêka Şoreşa Eylûlê de dibe Pêşmerge lewma li devera Balekayetî û qezaya Çomanê niştecî dibin, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê li gel xanedana xwe awareyî welatê Îranê dibe, sala 1979 vegeriyane Kurdistanê û li bajarê Helebceyê niştecî dibin.

Sala 1982 di Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya ser bi Lqa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de dibe Pêşmerge. Heman sal di dema encamdana çalakiyeke partîzanî li gundê Şîremeřê yê ser bi deşta Şarezûrê ketine kemîna caşên rejîma Beis, di wî şerî de Resûl bi dijwarî birîndar bûye.

Sala 1983 li gel du hevsengerên xwe ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî vedigerin nava bajarê Helebceyê, di dema encamdana çalakî partîzaniyekê de ji aliyê ewlehiya rejîmê ve tên girtin û sala 1985 dikevin ber lêborîna giştî û tên azadkirin.

Sala 1985 piştî azad bûna xwe rasterast peywendî bi hêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1986 pileya Fermandeyê mefreza Lqa Çarem a Hêzên Pêşmergeyên ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Lqa Çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye.

Di 10ê çiriya pêşîn a 1978 piştî encamdana çalakiyeke partîzanî li nava bajarê Helebceyê û di dema vegerê de ketine kemîna caşên rejîma Beis, di encamê de Resûl Salar Şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê