Rizgar Xurşîd Aris di sala 1974an li gundê Dirê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975an awareyî welatê Îranê bûye. Sala 1976an vedigerin bo Başûrê Kurdistanê. Sala 1992an bûye Pêşmerge, sala 1997an li gundê Moka Şehîd bûne.
Şehîd Rizgar Xurşîd Aris sala 1974an li gundê Dirê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin a qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975an li gel malbata xwe awareyî welatê Îranê bûye û li Rojhilatê Kurdistanê li komelgeha Zêwe niştecî bûye.

Sala 1976an vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Sala 1992an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye û li lîwaya taybet li gel fermande Nûredîn bûye Pêşmerge. Beşdariya şerên devera Mizûrî Bala kiriye. Sala 1997an li gundê Moka ser bi navçeya Mizûrî Bala ji aliyê çekdarên PKKê ve Şehîd hatiye kirin.

Çavkanî:

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.