Jînenîgarî

Sadiq Silêman Osman, sala 1915 li gundê Barzan ser bi nahiya Barzan li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê jidayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê xêzandar bûye û xêzana wî navê wê Menîce Melko bûye û keçek wan hebûye bi navê Gul Sadiq, di 22ê hezîrana 1960 bi karesata otomobîlê koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947 yaweriya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947 li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û di rûyê xwarin û cilûberg û hatûçûyê de wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947 hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948 ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewra navbirî di meha çiriya paşîn a 1951 diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958 li Iraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî , di 25ê sibata 1959 û li gor herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine. 

Di sala 1958 Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li Başûrê Komara Iraqê vegeriyane Kurdistanê.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).

  3. Hemîd Gerdî, Roja Kurdî li Mêjûyê de, çapa yekem, (Hewlêr - Birêveberiya Çapxaneya Rewşenbîrî - 2005z).

  4. Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywendî - 2011z).

  6. Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).

  7. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958 li Iraqê, (Bexda - Darulreşîd bo Weşanê - 1979m).

  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  9. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, berga yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).

  10. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada Xwînawî ve heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).