Salih Reşîd Salih naskirî bi Feqê Salih, sala 1950î li gundê Rezle yê ser bi nahyeya Nalparêz a qezaya Pencwênê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, qonaxa xwendinê ya seretayî li gund temam kiriye û bo xwendina hucreya ayînî û melayetiyê berê xwe daye qezaya Pencwênê.

Sala 1966an bûye Pêşmerge li liqa sêyem a Şêx Mihemed Basakî ku ser bi betalyona 9ê ya Şehîd Dilşad a hêza Xebat a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, di wê demê de Fetah Axa fermandeyê betalyonê bûye. Di sala 1967an de pileya serpel û erka nivîserê liqa xwe wergirtiye.

Di 24ê gulana 1969an de hêzên rejîma wê demê ya Îraqê êrîş kirine ser sengerên Pêşmerge li derdora nahyeya Xurmalê, Feqê Salih li sengerê bergiriyê yê gundê Awaiya Rostem Beg Şehîd bûye.

Çavkanî:

- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.