Siyasetmedar û parêzer, Sarbast Lazgîn Ebdulrehman Ebdulqadir, ku bi navên Sarbast Lazgîn û Sarbast Sindûrî jî tê naskirin. Di sala 1980an de tevlî Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû û di sala 1981ê de tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Ew di kongreyên 10an ên sala 1989an, 11an ên sala 1993an û 12an ên sala 1999an ên PDKê de delege bû. Di sala 2010an de, di Kongreya 13 de wek endamê encumena serkirdayetiya PDKê hat hilbijartin. Di sala 2017an de, di kabîneya heştan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû cîgirê wazîrê wezareta Pêşmerge.

Jînenîgarî

Sarbast Lazgîn di sala 1965an de li Duhokê ji dayik bûye. Di sala 2008an de, bawernameya lîsansê di warê hiqûqê de ji Zanîngeha Duhokê wergirtiye. Di sala 2017an de, di kabîneya heştan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wek Cîgirê Wazîrê wezareta Pêşmerge hat tayînkirin. Ew bi zimanên Kurdî, Tirkî û Farisî dizane.

Dîroka Têkoşîna Sarbast 

Di sala 1980an de, Sarbast Lazgîn tevlî PDKê bû. Di sala 1981ê de tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû. Di sala 1988an de, di şerê Derelokê yê li dijî artêşa Îraqê de beşdar bû û birîndar bû. Di heman salê de, piştî Enfalê li Badînanê, koçberî Komara Tirkiyeyê bû.

Ew di kongreyên 10an ên sala 1989an, 11an ên sala 1993an û 12an ên sala 1999an ên PDKê de delege bû. Di sala 2010an de, di Kongreya 13 de wek endamê encumena serkirdayetiya PDKê hat hilbijartin. Di sala 2022an de di Kongreya Çardehemîn de, careke din wek endamê Komîteya Navendî hat hilbijartin û di yekem civîna Lijna Kîyadê de bû endamê Ofîsa Siyasî ya PDKê û bû serokê Ofîsa Rêxistina Parêzgeha Hewlêrê.

Di sala 1991ê de, di dema Raperîna Kurdistanê de yek ji fermandeyên sektora duyem a rizgarkirina Zaxo-Duhokê bû. Di sala 1993an de, fermandeyê Hêza 42 ya Zaxoyê ya Artêşa Yekbûyî ya Kurdistanê bû.

Di dema karê xwe yê di nava refên PDKê de, van post û berpirsyariyan wergirtiye: Serokê Lîjneya Navçeyê ya Amediyê di sala 1993an de, Serokê Lîjneya Navçeyê ya Sêmêlê di sala 1994an de, Fermandeyê Artêşa 9 ya Spilkê di Fermandariya Artêşa Kurdistanê (Felek) de di sala 1996an de, Serokê Komîsyona Şaxa Yekem a Duhokê di sala 2007an de, hwd.

Di sala 2003an de, beşdarî Operasyona Rizgarkirina Îraqê bû û di rizgarkirina Mûsilê de cih girt. Di sala 2014an de, di şerê li dijî hêzên DAIŞê de fermandeyê eniya Şingalê ya li parêzgeha Mûsilê bû û di dema kariyera xwe ya Pêşmergetiyê de çend caran birîndar bû. Di sala 2017an de, di kabîneya heştan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wek Cîgirê Wazîrê wezareta Pêşmerge hat tayînkirin.

Çavkanî:
  • ئەرشیفی دەستەی ئینسکلۆپیدیای پارتی دیموکراتی کوردستان.