Sefer Sebah di sala 1963an de li çiyayên deşta Koyê yên ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlê karê heywandariyê bûye.
Di sala 1987an de têkiliyê bi Şoreşa Gulanê re dike û dibe Pêşmerge li mefrezeya Bekir Hemed Kerdecî. Beşdarî çalakiyên partîzaniyên deşta Koyê, çalakiya navendî ya Koyê, çalakiya rêveberiya karêntaya Koyê û çalakiya binkeya Dêgelê kiriye.
Di 10ê Tîrmeha1991an de li nêzî parêzgeha Kerkûkê, ji ber bombebarankirina balafirên rejîma Baas, Sefer û du hevalên wî Şehîd bûn.
Çavkanî:- Arşîva desteya Ansîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




