Jînenîgarî

Sefîn Osman Ebdulla, di sala 1961ê de li bajarokê Şeqlaweyê ji dayik bûye. Amadeyiya pîşeyî temam kiriye û pîşekar bûye li nav bazara Şeqlaweyê. Navê diya wî Bedîe Qadir Ezîz bûye û birayekî wî li gel wî hatiye sêdarekirin bi navê Nerîman.

Xebatname

Sefîn Osman endamê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûye. Birayekî wî Pêşmerge bûye û ser bi navçeya Şeqlaweyê bûye, bi vê sedemê bi berdewamî ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rejîma Beis ve çavdêriya wan dihat kirin, navbirî bi xwe û birayekî xwe yê biçûk di rêkxer û pêşrewên xwepêşandana sala 1987an a Şeqlaweyê de bûn, her ji ber vê yekê rojek piştî xwepêşandanê tên girtin û li emniya Hewlêrê û piştî şeş mehan di girtîgehê de, her du bira bi hev re tên sêdarekirin û Şehîd dibin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.