Şehîd Selîm Hesen Hacî Mistefa Rezaq di sala 1966an de li gundê Bêşê, girêdayî qezaya Çoman a parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bûye; heta asta seretayî xwendiye û zewicî bûye.

Di sala 1980an de tevlî rêxistinên veşartî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye. Di sala 1982an de li Komîteya Herêmî ya Balekê berpirsê rêxistina Şehîd Fikrî bûye û heta sala 1991an di karê rêxistina veşartî de dom kiriye. Di serhildana biharê ya sala 1991an de, di serhildan û rizgarkirina bajarê Hewlêrê ji destgehên rejîma Baasê de, li civata Şaweysê ji aliyê artêşa Iraqê ve şehîd hatiye kirin. 

Çavkanî:

1- Arşîva beşa ensîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.