Selîm Xan Mer'an Umer sala 1920an li gundê Bêdûd ser bi nahiya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û bawernameya peymangehê di beşa çandiniyê ya Yekîtiya Sovyetê de wergirtiye, her li wir sala 1956an jiyana hevjînî li gel Hebîbe Mehmûd Ehmed pêk aniye, xwediyê du keçan bûne bi navên Şazê Selîm Xan û Fatma Selîm Xan, malbata wî ji neteweya tatarên nîvgirava Qirimê bûye. Selîm Xan şarezayî di zimanên kurdî û rûsî de hebûye, sala 1991ê li bajarê Şino koça dawî kiriye û her li wir hatiye veşartin.
XebatnameDi 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan li gel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di 19ê adara 1947an de beşdarî şerê Şino û Neqede (Rojhilatê Kurdistanê) bûye. Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetûr û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jênêral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew bi xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê, bo maweyekê li Şeqlawa dibe û dûre li gundê Bêdûd nîştecih dibe, sala 1963an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye û di şeran de beşdar bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Şahnişîna Îranê li bajarê Şino nîştecih bûye, li gel du kurên xwe beşdarî Şoreşa Gulanê bûye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
-
Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
-
Sebrî Çawşîn Xanoy, Bêdûd li Mêjûyê de, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2018z).
-
Sefer Yûsif Mîrxan, Çîroka Dayik Hebîba û vegerandina wê bo Kurdistanê, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3462, Hewlêr, 4 gulana 2010z.
-
Sefer Yûsif Mîrxan, Hevjîna hevalekê Barzanî nemir koça dawî kir, Rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 4547, Hewlêr, 21 nîsana 2014z.
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistanê, înî, 15 nîsana 1959an.
-
Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
-
M. Ehmed Mihemed Çîço, Bo mêjûyê di bîranîna Mihemed Çîço Pêndroyî, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2010z).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaney Xebat - 1998z)...





