Selam Arif, di sala 1964an de li gundê Girde Nazê yê deşta Şarezûrê ya ser bi nahiyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, xwendekarê qonaxa navendî bûye, di sala 1981ê de peywendî bi şaneya veşartî ya Şehîd Ekrem Heme Elî ya ser bi rêxistinên veşartî yên Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Serleqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, ku di wê demê de Şehîd Ekrem Heme Elî kadroyê rêxistinî yê Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê bûye.

Şehîd Selam Arif di sala 1981ê de çek hildaye û bûye Pêşmerge di rêxistina Balanteran de bi berpirsiyariya Mam Walî Hacî Arif a ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê. Di berwarî 1ê Cotmeha 1983an de Selam Arif û Mam Walî Hacî Arif ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî çûne nav bajarê Seyîdsadiq, di dema vegerê de li dergehê Seyîdsadiq ketine kemîna serbaz û caşên rejîma Beis û rûbirûyê hêza dijmin bûne û nêzî şeş demjimêran bergirî kirine, lê bi sedema gihîştina hêza piştgiriyê ji bo caş û serbazên Beis, di encamê de Selam Arif Şehîd bûne û Mam Walî Hacî Arif bi birîndarî xwe ji kemînê rizgar kiriye.

 Çavkanî:

1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.