Jîyanname

Sala 1925 li gundê Ergoşî ser bi nahîyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkîyeyê bûye, berî çûna bo Yekîtîya Sovyetê zewicî bû û malbata wî navê Gulbeyaz Ezîz Hemîd bûye û kurekî wan hebûye bi navê Muslih Selîm (1948).

 Selîm Reşîd Selîm li Yekîtîya Sovyetê xwendîye û bawernameya teknîkî ya çandinîyê wergirtîye, sala 1959an bi fermandar bi navnîşana têbînêrê hunerî li fermangeha çandinîyê ya Silêmanîyê hatîye damezrandin, şarezayîya wî di zimanên Kurdî, Tirkî û Rûsî de hebûye, sala 1967an li gundê Ergoş koça dawî kirîye û li wir hatîye veşartin.

Xebatname

Sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kirîye, di 12ê çiriya pêşîn a 1943an de beşdarî girtina binkeya polîsên Xêrezokê bûye û di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatîye girtin.

 Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan rûyê xwe kirîye Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzanî ya ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdarî kirîye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegerîyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegerîyana wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civîneke bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê, li wir tevahîya hevalên wî biryara berdewamîdan û çûna ber bi Yekîtîya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de yawerîya jênêral Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyetê û di şerê Gelîyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kirîye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtîya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbaz bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji alîyê komeke serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji rûyê xorak û poşak û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatîye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji alîyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarîya wan hebû dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin. 

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyetê hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zevîyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin û navbirî li navçeya Şoyê ya nêzîkî Moskowê kar dikir. 

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawîyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirinê di barûdoxa hevalên Barzanî de û dawîyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegerîyana jênêral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi pişta xwe girêdan bi yasaya hemwarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine. 

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştîya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegerîyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, sala 1961an beşdarî şerê Pîrsê û heman salê beşdarî şerê berevanîya li Barzan bûye. 

Serçave:
  1. Hemîd Gerdî, Puxtê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  2. Hêder Farûq El-Samirraî, Zîya Cefer û rola wî ya sîyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).

  3. Sefer Yûsif Mîrxan, Barzanîyê nemir difermû eger nanekî wan da pîman dexwîn eger na bi birsîtî dirêjê bi rêçûna xwe dikîn, rojnameya Xebat, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3713, Hewlêr, 7 adara 2011z.

  4. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).

  5. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  6. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z).

  7. Umer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

  8. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).

  9. Di bîranîna fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Jajokî, 62 roj ligel Barzanî da çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).

  10. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).

  11. Muhemmed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyanî keltûrî û komelayetî deverî Mizoûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).

  12. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  13. Necef Qulî Pesyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

  14. Arşîvî desteya ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.