Bavê doktor Seîd ku bi Şêrê Barzan tê naskirin, beşdarî Şoreşa yekem a Barzan 1932 û bizava Xelîl Xoşewî 1935 kiriye û di 15ê îlona 1935an de di şerê Çiyayê Govendê li Bakurê Kurdistanê de bi destê hêzên cendirmeyên Tirkiyeyê ligel polek ji hevalên xwe şehîd bûye.
Doktor Seîd sala 1930an li gundê Bêdûdî ser bi nahiyeya Pîran li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di 21ê hezîrana 1932an de piştî nesko ya Şoreşa yekem a Barzan ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an û piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan awareyî Rojhilatê Kurdistanê bûye û li bajarokê Şino niştecih bûye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî ligel Bıklal Îlîlna Novya pêk aniye, kurekî wan hebûye bi navê Ezîz Seîd di sala 1958an de ji dayik bûye, bawernameya doktorayê di dîroka hemdem de wergirtiye, şarezayê zimanên kurdî, tirkî, rûsî, farisî û erebî bûye.
XebatnameSeîd Ehmed Nadir sala 1944an beşdarî di Şoreşa duyem a Barzan kiriye û di 5ê îlona 1945an de beşdarî di şerê Meydan Morîk kiriye, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa duyem a Barzan awareyî Rojhilatê Kurdistanê bûye, di 31ê adara 1946an de di Hêzên Barzanî ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di 3ê gulana 1946an de beşdarî şerê Mılqerenî li bereya Seqiz li Rojhilatê Kurdistanê kiriye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî. Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, nav xaka Sovyetê derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin, di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin û pileya efserî wergirtiye, di heman demê de rojane ji bo heyama çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan, kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe tê de dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirin di barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê. Sala 1954an li ser daxwaza jeneral Mistefa Barzanî bi mebesta temamkirina xwendina zanîngehê rû li bajarê Moskowê dike.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya 11 bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine û navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê û bûye wergêrê zimanê rûsî li Koleja serbazî ya Bexdayê. Di 5ê çiriya paşîn a 1960an li ser banghêştiya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê di salvegera Şoreşa Oktobêrê hevaltiya Mistefa Barzanî kiriye bo Yekîtiya Sovyetê û sala 1965an doktoraya xwe di dîroka hemdem de wergirtiye. Sala 1970an vegeriyaye bajarê Bexdayê û salên (1971-1974) wek mamostayê dîrokê li Zanîngeha Bexdayê hatiye damezrandin.
Sala 1973an ji ber aloziya barûdoxê di navbera serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Beisê, ji bo cara sêyem çûye rêzên Hêzên Pêşmerge û sala 1974an wek fermande beşdarî şerên Zozik, Sertîz û Gerûyê Umer Axa li sînorê parêzgeha Hewlêrê kiriye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê bi penaberî rû dike Şahnişîna Îranê, sala 1979an di Kongreya 9 a Partiyê de bûye endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê hatiye hilbijartin û heman salê fermandeyê hêza Barzan bûye. Sala 1987an yek ji fermandeyên şerê Mêrgesorê li sînorê parêzgeha Hewlêrê bûye, sala 1988an wek fermandeyê hêza Barzan beşdarî dastana Xwakurkê kiriye, sala 1991ê beşdariyeke çalak di raperîna Başûrê Kurdistanê de kiriye û yek ji darêjerên plana rizgarîkirina bajarê Kerkûkê bûye, ji 7 heta 14ê Nîsana 1991ê ji fermandeyên şerê dastana Korê bûye ku bûye sedema têkşikandina pêşrewiya hêza Îraqê. Sala 1993an hatiye kirin endamê lijneya bilind a civakî ya navçeya Barzan, di 16ê Tebaxa 1996an de ji ber xizmeta di Şoreşa Eylûlê، Şoreşa Gulanê û raperîna Başûrê Kurdistanê û qonaxa serweriyê, di yûbîlê zêrîn ê Partiyê de ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve midalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn, di 5ê Sibata 1999an de li Pîrmam koça dawî kiriye û bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî nûnerê serok Mesûd Barzanî û Şêx Mihemed Xalid Barzanî û hejmareke berçav ji kesûkar û hevalên wî li goristana gundê Barzan bi xak hatiye spartin.
Ji berhemên wî:
- Jiyan û berxwedan - ku dîrok serweriyê dinivîse - 1997.
- Dr. Seîdê Barzanî tevlî karwanê nemiran bû, Kovara Gulan, Mîkiya Gulan a Ragihandinê, hejmar 33, sala siyem, Hewlêr, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê, 25ê Sibata 1999an.
- Di çileyê Dr. Seîdê têkoşer de, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2799, Hewlêr, çarşem, 17ê Adara 1999an.
- Birayetî, Dr. Seîd ew Pêşmergeyê heloyê ku rêya berxwedanê hilbijart, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2772, Hewlêr, duşem, 8ê Sibata 1999an.
- Şêrzad Ebdulrehman, mirin lê bi rengêkî din, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2771, Hewlêr, yekşem, 7ê Sibata 1999an.
- Dr. Seîd Barzanî gihîşte karwanê nemiran, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2771, Hewlêr, yekşem, 7ê Sibata 1999an.
- Hamîd Gewherî, Midalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekê, (Hewlêr - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015).
- Hebîb Mihemed Kerîm, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq (di rawestgehên sereke de) 1946 - 1993, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Hemîd Efendî, Dastana Korê 7/4 û 9/4/1991, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 3063, Hewlêr, pêncşem, 6ê Nîsana 2000î.
- Dr. Seîd Barzanî gihîşte karwanê nemiran, Rojnameya Birayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 2771, Hewlêr, yekşem, 7ê Sibata 1999an.
- Seîdê Barzanî, rêçika şerefa Barzaniyan sala 1946an, Rojnameya Teyaxî, hejmar 1106, Bexda, Çapxaneya Taymes, sêşem, 8ê Tebaxa 1972an.
- Şêrzad Ebdulrehman, "Jiyan û berxwedana Dr. Seîd Ehmed Nadir ku dîrok serweriyê dinivîse", xeleka yekê, Rojnameya Birayetî, hejmar 2270, pêncşem, 7ê Çiriya Paşîna 1996an.
- Elî Kemal Berzî, Kesayetiyên navdarên Kurd di sedsala bîstem de, berga yekê, (Hewlêr - Projeya Berzî - Çapxaneya Zanîngehê - 1999).
- Fewzî Etruşî, bo Dr. Seîdê Barzanî yê ku bi rawestî mir, Rojnameya Xebat, zimanê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 911, Hewlêr, în, 12ê Sibata 1999an.
- Mesûdê Barzanî, Barzanî û Bizava Rizgarîxwaza Kurd, beşa yekê, çapa duyê, (Beyrût - Kawa ji bo çanda Kurdî - 1997).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û cîhanê, çapa yekê, berga duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013).
- Di çarçoveya ahengên yûbîlê zêrîn de, serok Mesûd Barzanî midalyaya Barzanî dide têkoşeran û dayikên şehîdan, Kovara Gulan, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê, hejmar 84, Hewlêr, 1ê Îlona 1996an.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Hemîd Gerdî, Pûxtê dîroknamê, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Nivîsek li ser jiyana nemir Dr. Seîdê Barzanî, Rojnameya Xebat, zimanê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 911, Hewlêr, în, 12ê Sibata 1999an.
- Sebrî Çawşîn Xano, Bêdûd di dîrokê de, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2018).





