Jînenîgarî

Silêman Hedo Zerarî di sala 1930an de li gundê Zerara yê ser bi nahiyeya Kêrtê û qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye, di sala 1954an de bawernameya lîsansê di çandiniyê de ji Yekîtiya Sovyetê wergirtiye. Li Yekîtiya Sovyetê bi Valanya re zewiciye û zimanên kurdî, erebî û rûsî dizanibû. Di 4ê kanûna pêşîn a 2014an de koça dawî kiriye. 

Rûpela têkoşînê

Di sala 1943an de tevlî refên Şoreşa duyema Barzan bûye û beşdarî çend şeran bûye. Di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana Dadgeha Serbazî ya awarte ya Iraqê, hemû mal û milkên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar hatine desteserkirin. Piştî şikestina Şoreşa duyema Barzan, di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di 31ê adara 1946an de wekî Pêşmerge tevlî hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê bûye. Di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerewa yê li navçeya Seqizê bûye. 

  Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê ya Demokratîk di 19ê adara 1947an de, beşdarî şerên Neqede û Şino bûye. Ew di nav hevsengerên xwe yên Pêşmerge de bû ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakûrk û Deşta Berazgirê) vegeriyan navçeyên Şîrwan û Mezûrî. 

Piştî vegera wan, Fermandey Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Arkûşê civînek bi hevsengerên xwe re saz kir û ew li ser mayîn an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştin. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dan ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê. Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya Fermandey Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kir. Beşdarî şerên Qetûr û Pira Makûyê bûye. Piştî zehmetiyên mezin û westiyayîbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bûye, ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li Naxçewan a Azerbaycanê bo heyama çil rojan di kampeke vekirî de ku bi têlên dirî hatibû dorpêçkirin û leşkeran ew diparastin, hatin girtin. Ji aliyê xwarin, cil û berg û veguhastinê ve wekî dîlên şer bi wan re hat kirin. Di roja 23an de bi biryara hikûmeta Sovyetê paşê li navçeyên Axdam, Laçîn, Eyolax û Kelbecerê yên Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo kempêke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakûyê hatin veguhastin. Di 23ê heman mehê de cil û bergên serbazî wergirtin û rojane heşt saetan di bin çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê de perwerdeya serbazî werdigirtin. Di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên zimanê kurdî werdigirtin.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov bi hevsengerên wî re, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê veguhezîne kampa Cergoq a nêzîkî paytexta Ozbekistanê Taşkentê, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi şêweyê kom bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di zeviyên Kolxozê de (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û paşê para hikûmetê jê didan) xebitîn.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê Fermandey Barzanî bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa êş û azarên hevsengerên xwe kiribû. Stalîn tavilê biryar da ku komîsyonek bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî were avakirin. Biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Fêrêvskî kom bibin, lewra di çiriya paşîn a 1951an de berê xwe da bajarê Fêrêvskî yê Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê û vegera Fermandey Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de, efûya giştî Barzanî û hevsengerên wî li gorî madeyên 3 (û) 7 û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li ser bingeha yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an girtin. 

Komara Iraqê di sala 1958an de bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat avakirin. Di 16ê nîsana 1959an de bi hevsengerên xwe re li ser keştiya Krûzya bi rêya bendera Besrayê ya başûrê Komara Iraqê vegeriyan Kurdistanê.

Beşdarî Şoreşa Eylûlê ya sala 1961an bûye. Herwiha beşdarî şerên Serê Bêrs, Kûrz û Çiyayê Hendirên bûye. Di sala 1963an de beşdarî şerên Şûş û Şermnayê bûye. Di roja 14 li ser 15ê hezîrana 1963an de beşdarî şerê Serê Agirî bûye. Di sala 1974an de di yekîneya Topxaneya Şoreşê de xebitiye. Di sala 1975an de piştî şikestina Şoreşa Eylûlê vegeriya axa bav û kalên xwe. Rêjîma Iraqê di sala 1981an de gundê wî şewitand, ew jî penaberî Komara Îslamiya Îranê bû û li kampa Zêwe bi cih bû. Di sala 1983an de beşdarî Şoreşa Gulanê bûye. Di sala 1991an de vegeriya Kurdistanê û li gundê Zerara niştecî bû. Di sala 1993an de teqawît bû. Di 16ê kanûna pêşîn a 2010an de di Kongreya Sêzdahêm a Partiya Demokrat a Kurdistanê de, ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve xelata Barzanî wergirt, ev jî wekî rêzgirtinek bo têkoşîn û berxwedana wî di Şoreşa duyema Barzan, Komara Kurdistanê ya Demokratîk, rêwîtiya wî bo Yekîtiya Sovyetê û beşdariya wî di Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê de. 

Çavkanî

1. Hamid El-Cewherî, Wesama Barzanî bilindtirîn xelatên rêzgirtinê, Bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim – 2015).

2. Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Iraqê, (Londûn – Dar El-Hikme - 2016).

3. Şeban Elî Şeban, Hin zanîyari Siyasî û dîrokî, Çapa sêyem, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat – 2013).

4. Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, Çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002).

5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebû Bekir, Eşîra Barzan di navbera 1931 - 1991, Çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001).

6. Ebdullah Xefûr, Ferhenga erdnîgariya Hewlêrê, (Hewlêr - Weşanên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim – 2015).

7. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê heta Sovyetê, Çapa yekem (Silêmanî - Çapxaneya Peywend- 2011).

8. Kovara Hetaw hejmar 154, Sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, În, 15 nîsan 1959.

9. Ji bîranînên Fermandey Şehîd Hesû Mîrxan Zazokî, 62 roj bi Barzanî re, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, Çapa yekem (Hewlêr – Çapxaneya Rewşenbîriyê – 1997).

10. Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo weşanê - 1979).

11. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza kurd 1931-1958, (Duhok, Çapxaneya Xebat, 1998). 

12. Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaza kurd 1961-1975, Bergê sêyem, Beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê – 2004).

13.  Arşîva Komîsyona Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.