Siyamend Ezîz Aris di sala 1920an de li qezaya Mêrgesorê ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, piştî çûna bo Yekîtiya Sovyetê di sala 1952an de li zanîngeha Taşkentê di peymangeha mamostayan de hatiye wergirtin, piştre du salan jî li fîteriyê li bajarê Rosoj xwendiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê ligel Valya Mîkaylov pêk aniye û xwediyê kurekî bûne bi navê Hesen Siyamend, mamostayê zimanê rûsî bû li zanîngeha Bexdayê û li kolêja eskerî li Bexdayê çareseriya pizîşkî dida efserên Îraqê.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Qetur û şerê pirê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkentê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di çend şeran de beşdarî kiriye, di 3ê adara 1963an de li Bexdayê bûye û çûye Silêmaniyê, sala 1964an piştî konfransa leşkerî li Ranyeyê, çûye Kerkûkê û li Çemçemal û Tuzxurmatû bûye berpirsê leşker li wê navçeyê, di Şoreşa Eylûlê navbirî amirê batalyona 9ê ya hêza Qeredaxê bûye, navbirî ligel Umer Şerîf û Melko Zêro ji aliyê reîs Kemal ve hatine desteser kirin, sala 1966an li Çermega şehîd bûye.
Çavkanî:-
Çavpêketina kovara Metîn, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîrhatinêt xovê digêrît, pşikê duwê, kovara Metîn, liqê êkê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 48, xula sîyê, Dihok, çapxana Hawar, kanûna duwê 1996z.
-
Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrînî Pêşmerge, (Pîrmam - çapxane Xebat - 1996z).
-
Şêrzad Ebdulrehman, Jîyan û berxwedan d. Seîd Ehmed Nadir ke dîrok serwerîyê dinivîsî, belavkiriyên Birayetî, (Hewlêr - çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
-
Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - çapxana parêzgeha Dihokê - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdar Dana zindegî û mobarezatî merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya wezareta perwerde - 2002z).
-
Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîrî - 2001z).
-
Ebdulla Xefûr, Ferhengî cografîyay Hewlêr, (Hewlêr - belavkiriyên akademîya Kurdî - çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê ve bo Sovyet, çapa yekem, (Silêmanî - çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Mihemed Tewfîq Wurdî, Çûna Barzanîyanî qareman bo Sovyet, çapa duyem, (Hewlêr - çapxaneya Hawser - 2001z).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1961 - 1975, bergê sêyem, beşê yekem, (Hewlêr - çapxaneya wezareta perwerde - 2004z).
-
Nacî Te Berwarî, Hevçeperê Barzanîyê nemir Ezîz Qazî bîrhatinêt xovê digêrît, pşikê sîyê, kovara Metîn, liqê êkê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 49, xula sîyê, Dihok, çapxana Hawar, şibat 1996z.
-
Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
-
Arşîvî desteya însîklopîdîyay Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





