Şehîd Umer Îbrahîm ku nasnavê wî Umerê Gewre ye di sala 1946ê li gundê Çilewêreyê yê ser bi nahyeya Dîbegeyê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, rûniştvanê parêzgeha Hewlêrê bûye û asta xwendewariya wî seretayî bûye û pîşeya wî fermanber bûye li fermangeha Avbariya ser pirra Seydawê ya parêzgeha Hewlêrê, di sala 1979ê maweya neh mehan zîndaniyê siyasî bûye li girtîgeha Ebûxirêb, Umer Îbrahîm xêzandar bûye û navê hevjîna wî Kîşxan Elî ye û xwediyê sê kur û sê keçan bûye bi navên Faris, Kosret, Aso, Xalîde, Macîde û Sacîde.
XebatnameUmer Îbrahîm di sala 1979ê peywendî kiriye bi rêxistinên Lqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê lê ji ber çalakiyekê di meha gulanê ya 1979ê de ji aliyê emniya Hewlêrê ve hatiye girtin û hatiye guhastin bo girtîgeha Ebûxirêb.
Umer Îbrahîm piştî azadbûnê hewla gihîştinê daye bo nava Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê lê ji aliyê emniya qezaya Şeqlaweyê ve tê vegerandin bo parêzgeha Hewlêrê, lewma rû kiriye deşta Koyê û di meha tîrmeha sala 1980ê de bûye Pêşmerge di hêza Xalê Seyid Kake de, sala 1981ê li Dola Simaqolî di kemîneke serbaz û caşên rejîma Beis de birîndar bûye.
Di meha çiriya pêşîn a 1981ê de pileya fermandeyê kertê partîzanî û di sala 1982ê de pileya fermandeyê batalyonê wergirtiye.
Di sala 1983ê de desteyek Pêşmergeyên partîzanî bûne di navbera gundê Simaqe û Bayizaxa ya deşta Koyê ketine kemîna hêzên (Y.N.K) û Umerê Gewre û hevsengerekî wî bi navê Xalê Abas şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




