Wesman Şêxo Ehmed, sala 1921an li gundê Şanedera qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bûye, sala 1945an awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye. Sala 1998an li gundê Jajokê yê nahiya Gorêtu koça dawî kiriye û li goristana gund hatiye veşartin. Zimanên kurdî û rûsî zanîbûye.
XebatnameSala 1943an û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943- 1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye, sala 1945an û piştî nesko ya şoreşê, hevsengê cangorî û malbatên barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946an de, di hêza Barzan de bûye pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha kanûna yekem a sala 1946an de, hevsengê leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandeyiya ceneral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyên li dijî artêşa şahnişahiya Îranê, bi navçeya Nazdardax a sêgoşeya sînorê Îran- Îraq- Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizûrî bi cih bûye..
22ê gulana 1947an yaverya ceneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pira Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçewan" a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî dorhêl kiribûn, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xorak û poşak û hatûçoyê wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer a Komara Azerbaycanê de hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23yê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, waneyên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çerçûk li nêzî "Taşkend" a paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê bi ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê ceneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Wesman Şêxo Ehmed di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye.
Serçave:1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxteya dîroknameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên sîyasî û dîrokî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhenga cografiyaya Hewlêrê, (Hewlêr- Belavkiriyên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd lil-Neşr- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd 1931- 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pesiyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





