Sala 1920an li gundê Erguşê yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna bo Yekîtiya Sovyetê xwedî malbat bûye û navê hevjîna wî Emîne Şerîf Omer bûye û kurek û keçek bi navên Amîne ku di 1939an de û Feerman ku di 1941ê de ji dayik bûne hebûne, li Yekîtiya Sovyetê jî du caran zewiciye, cara yekem jiyana hevjînî bi Şems re pêk aniye û xwedî du keç bûne û cara duyem jiyana hevjînî bi Cemîla re pêk aniye û keçek û kurek bi navên Nacîya û Îbrahîm hebûne, zimanên kurdî, erebî, tirkî û rûsî zanîbûne, sala 1991ê di dema koçberiyê bo Komara Îslamî ya Îranê li gundê Rezgeyê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye û li goristana Melabaskê hatiye veşartin.
XebatnameSala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.
Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, cenêral Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Erguşê civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di mayînê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya cenêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û serdesteyî kiriye û di şerê geliyê Qetur û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhestin û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan perwerdeya serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûne dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çerçûkê ya nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di perwerdeya serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewareziyên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Cenêral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskiyê kom bibin, lewma navborî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskiyê li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera cenêral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navborî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1964an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serleq bûye, wek fermande beşdarî şerê Gorêzê bûye û serperiştiya teqandina pira Xelanê kiriye, navborî çar caran di şeran de birîndar bûye, piştî neskoya Şoreşa Eylûlê bo dema sê mehan ji aliyê hikûmeta Îraqê li zîndana Ebûẍrêbê hatiye desteserkirin.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Hîder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dohok - Çapxaneya Parêzgeha Dohokê - 2013z).
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dohok - Çapxaneya Parêzgeha Dohokê - 2013z).
- Umer Farûqî, Serdar Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zhazhokî, 62 roj ligel Barzanî, çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd lil-Neşr - 1979m).
- M. Ehmed Mihemed Çîço, Bo dîrokê di bîranînên Mihemed Çîço Pêndroyî de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2010z).
- Mihemed Salih Pêndroyî (Cigersoz), Jiyana çandî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîla zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).


