Xemed Mîrhemed Fettah, naskirî bi (Xemed Barzanî), sala 1949an li nahyeya Goretûyê ya ser bi qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, zewicî ye, sala 1979an awareyê welatê Îranê bûye, sala 1991an piştî raperîna cemawerî ya başûrê Kurdistanê vegeriyaye û li qezaya Soranê niştecî bûye.
Sala 1972an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û seretayê bi şêweyê hêza bergiriya milî li gel Hesoy Mîrxan Jajokî bûye Pêşmerge, sala 1974an hatiye veguhastin bo hêza Kaweyê ya leşkerê Kurdistanê, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê aware nebûye, li Goretûyê maye, sala 1977an ji aliyê îstixbarata rejîma Îraqê ve hatiye girtin û bo dema du sal û çar mehan li zindanên Hewlêr û Kerkûk û Ebûẍrêbê zindanî bûye, piştî wê bi lêborîna giştî ya ku ji aliyê serokê rejîma Îraqê ve hatiye derxistin, hatiye azadkirin.
Sala 1979an piştî azadkirina xwe ji zindanê peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li hêza Barzan bi fermandeyiya doktor Seîd Ehmed Nadir, li Geliyê Reş li devera Heyatê li ser sînorê bakurê Kurdistanê bûye Pêşmerge.
Hemed Mîrhemed Fettah, di jiyana pêşmergatiyê de beşdarî çendîn şer û çalakiyên partîzanî bûye, wek şerê Mêrgesorê sala 1978an, şer û dastana Xwakurkê li devera Bradostê sala 1988an, şerê Korêyê sala 1991an. Çendîn caran di şeran de li dijî Artêşa Iraqê birîndar bûye, di nav wan de şerê Mêrozê, şerê Şinoyê, şerê Mêrgesorê, şerên Xwakurkê û Korêyê. Sala 1992an piştî pêkanîna leşkerê yekgirtû yê Kurdistanê peywendî bi hêza Pêşmerge kiriye û çendîn pileya serbazî biriye, niha jî li fermandeyiya Barzan bi pileya lîwa berdewamî bi erkên serbazî dide (2025).
Di 15ê kanûna pêşîn a 2010an de di kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, bi sedema xizmetên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





