Xesrew Tofîq Fethûlla, nasraw bi Nebez, abûrînas û siyasetmedar, sala 1948 berpirsê rêkxistinên Partiya Komunîst a Îraqê bûye, sala 1955 endamê serkirdatiya Partiya Komunîst a Îraqê bûye li bajarê Silêmaniyê, sala 1956 di yekgirtina duyem de bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê, sala 1959 ji ber çeprewî di Kongreya çarema Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq ji aliyê nûnerên kongreyê ve ji rêzên partiyê hatiye dûrxistin.

Jînenîgarî

Xesrew Tofîq Fethûlla sala 1930 li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, birayê endezyar Dara Tofîq Fethûlla (1932-1980) yê endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê ye, sala 1948 xwendekarê xaneya mamostayên bilind a Bexda bûye, lê ji ber mijûlbûna bi çalakiyên siyasî ve xwendina xwe temam nekiriye, sala 1949 li kolêja bazirganî ya Bexda hatiye wergirtin û bakaloryosa abûrî û bazirganiyê wergirtiye, salên (1960-1962) rêveberê jimêryariya wezareta plana Komara Îraqê bûye, sala 1961 ji ber çalakiyên siyasî ji aliyê desthilatdarên Komara Îraqê ve hatiye girtin, sala 1970 rêveberê giştî yê plan û şopandinê li wezareta karûbarên bakur li hikûmeta Îraqê bûye, sala 1971 rêveberê giştî yê fermangeha înhesara tutinê ya Komara Îraqê li bajarê Bexda bûye, roja çarşemê 11ê tebaxa 2004an li bajarê Bexda koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin. Şarezayê her du zimanên kurdî û erebî bûye.

Xebatname‌

Xesrew Tofîq Fethûlla sala 1956 li gel grûpek ji endamên Partiya Komunîst a Îraqê peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê ve kiriye, sala 1956 di yekgirtina duyem de bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê, salên (1957-1958) berpirsê lijneya lqa yekê ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê bûye, sala 1957 di yekgirtina sêyem de bûye endamê komîteya navendî ya Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê û sala 1959 bûye xwediyê îmtiyaza rojnameya kurdîziman a Birayetî.

Di 8ê adara 1959an de û di serhildana eqîd Ebdulwehab Şewaf (1916-1959) li dijî zeîm rukn Ebdulkerîm Qasim (1914-1963), serkirdatiya xwepeşandanên bajarokê Zaxo û Dihokê kiriye û hêzeke çekdar ji hewadaranên Partiya Dêmokrata Yekgirtû ya Kurdistanê fermandeyî kiriye û ber bi bajarê Mûsilê ve êrîş biriye.

Di 30ê hezîrana 1959an de û di konferansa duyem a Bexda, ji ber çeprewî di pileya serkirdatiyê de tê sekinandin heta Kongreya çarem û heman sal ji ber çeprewî di Kongreya çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Îraq, ji aliyê nûnerên kongreyê ve ji rêzên partiyê hatiye dûrxistin.

Piştî girtina wî, di sala 1963an de û li ser daxwazkariya Dara Tofîq (1932-1980) yê birayê wî ji serok Mistefa Barzanî (1903-1979), daxwaza azadkirina wî didin Ebdulselam Mihemed Arif (1921-1966) serokwezîrê Komara Îraqê û hatiye azadkirin.

Sala 1974 peywendî bi rêzên Şoreşa Eylûlê ve kiriye û wekî cîgirê emîndariya giştî ya darayî hatiye destnîşankirin, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê aware bûye, lê her zû vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û mijûlî karê azad bûye li bajarê Bexda.

Di roja çarşemê 11ê tebaxa 2004an li bajarê Bexda koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin, şarezayê her du zimanên kurdî û erebî bûye.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê  
  2. Chris Kutschera, جنبش ملی كرد, wergera Ebrahim Younesi, çapa duyem, (Tehran - Mîkî entîşaratî Nîgah - 1377 h. ş).
  3. Mehdî Mihemed Qadir, پێشهاته‌ سیاسییه‌كانی كوردستانی عێراق 1945 ـ 1958, (Silêmanî - Sentera lêkolînên stratejîk ên Kurdistanê - 2005 z).
  4. جرجیس فتح الله‌ المحامي, العراق في عهد قاسم آراء وخواطر 1958-1988, beşa duyem, (Swêd - Dar Nebz lil-tibaa wel-neşr - 1989 m).
  5. حبیب محمد كریم, تأریخ الحزب الدیمقراطي الكوردستاني ـ العراق (في محطات رئیسیة) 1946-1993, (Dihok - Metbeeya Xebat - 1998 m).
  6. الرفیق علي سنجاري یتحدث عن ذكریاته‌ وخواطره‌ في الحركة التحرریة الكردیة خلال 30 عاما من النضال, Cerîdeya El-Şu'le, lisani hal el-îtihad el-dêmokratî el-kurdîstanî - el-îraq, hejmar 5, awasit şibat 1984 m.
  7. Şehîd Dara Tofîq, Rojnameya Kurdistanî Nû, organa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, hejmar 7847, sala bîst û heştem, Silêmanî, pêncşem, 25 nîsana 2019 z.
  8. عبدالفتاح علي البوتاني, منطقة بادینان 1925-1970 دراسة في الوقائع والتطورات السیاسیة, beşa yekem, (Hewlêr - El-akademîya el-kurdîya - 2017 m).
  9. فرهاد عوني, كیف آلت الأوضاع الی استئناف القتال في كوردستان ربیع عام 1974؟, Kovara Gulan el-erebî, Mîkî Gulan el-î'lamîya, hejmar 28, Hewlêr, 25 îlon 1998 m.
  10. فرهاد عوني, في صفحة اخری من ثورة أیلول الكبری, Kovara Gulan el-erebî, hejmar 28, Hewlêr, metbeeya wezareta çandê, 22 îlon 1998 m.
  11. Ferehad Ewnî, "Piyawî xawen bîrûbawer û behay nîştimanî û mirovdostî berz Xesrew Tofîq ke xelkî wekû xoy neyannasîwe", Kovara K21, hejmar 7, Hewlêr, 2010 z.
  12. Fûad Sidîq, Gerdelûlî siyasî, (Hewlêr - Wezareta Rewşenbîrî - Rêveberiya giştî ya çap û belavkirinê - çapxaneya rewşenbîrî - 2006 z).
  13. مصطفی صالح كریم, مراجیع الأبطال ... وطلیعة الشهداء, Sehîfet el-îtihad, el-sehîfet el-merkizîya lil-îtihad el-wetenî el-kurdîstanî, hejmar 323, sala heştem, Silêmanî, în, 18 hezîran 1999 m.