Sala 1927an li gundê Ergoşê ser bi nahiya Şêrwanê Mezin li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, şarezayî di zimanên kurdî û erebî de hebûye.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qoturê û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, derbasî Sovyetê bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdora wê hatibû girtin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin.
Piştî şeş mehan mayîn li Yekîtiya Sovyetê ligel sê kes ji hevalên xwe bi navên Reşîd Ezîz Hemîd, Zêro Ezîz û Cem Elî Cem vegeriyane Başûrê Kurdistanê, bi sedema beşdarbûna di rêwîtiya ber bi Yekîtiya Sovyetê li gundê Ergoşê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatin girtin û hukmê panzdeh sal zîndanê li ser wan hat sepandin, piştî şeş sal û heft mehan li zîndana Mûsilê hatin azadkirin.
Sala 1964an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û beşdarî şeran kiriye, di dîroka 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê li komelgeha Herîrê ligel birayê xwe bi navê Pîro Sinco (1925-1983) hatin windakirin.
Çavkanî:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
- Rêkarê Mizûrî, Serborên Trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
- Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
- Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawankarên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975-1991 li zimanê şayîdhal û belgeyên din, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat – 2017z).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
- Li bîranîna fermandeyê Şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj ligel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
- Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana keltûrî û komelayetî ya devera Mizûrî ya Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).





