Şehîd Zatî Îsmaîl Mihemedselîm Ergoşî, sala 1975an li gundê Ergoşê, girêdayî nahiyeya Şîrwanê Mazin, qezaya Mergesorê, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Zewicî bûye. Di sala 1978an de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo kampê zorê ya Herîrê tê koçberkirin.
Di sala 1991an de beşdarî rabûna gelêrî ya Kurdistanê li dijî hikûmeta Îraqê bûye, têkiliya xwe bi Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re bihêz kiriye û li Artêşa Barzan bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê bûye.
Di 10ê Îlonê 1995an de tê şehîdkirin û li goristana Zulfîqar a bajarokê Herîrê tê axekirin.
1- Arşîva beşa ensîklopediya ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.




