Îbrahîm Tewfîq Ehmed sala 1971ê li gundê Newê yê ser bi nahiyeya Xurmalê ji dayik bûye, ji niştecihên komelgeha Barîkeya zorê nêzîkî Seyîdsadiq bû, di xwendinê de gihîşt pola duyem a navendî, sala 1988an piştî ku Îbrahîm Tewfîq Ehmed çalakiyek li nava Seyîdsadiq encam da, rêveberiya ewlehiya Silêmaniyê mala wî şewitand û bav û birayê wî Mihemed bo dema salek û şeş mehan li avahiya ewlehiya Silêmaniyê girtin, bavê wî ji ber êşkenceya giran a ji aliyê rêveberiya ewlehiya Silêmaniyê ve her du çavên xwe ji dest da.
Sala 1980an bi rêxistinên partiyê re li Komîsyona navçeya Pêncwênê di nava şaxê çarem ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê de hat girêdan, sala 1984an tevlî mefrezeya Pêşmerge bû bi fermandariya Ebdullah Seyîd Marif a ser bi baskê serbazî yê navçeya Pêncwênê, beşdarî çend şeran bû, ji wan: şerê Ehmed Awa sala 1986an, şerê Qeredaxê sala 1987an, melbenda Xwakurkê sala 1988an, çalakiyên şerê çeteyî li deşta Şarezûrê û bajarê Helebceyê.
Sala 1987an piştî pevçûnên bi sîxuran (Cehşan) û leşkerên rejîma Be's re birîndar bû, herwiha cara duyem sala 1988an di melbenda Xwakurkê de birîndar bû.
Sala 1991ê beşdarî Raperîna gelê Kurdistanê bû, ji wan: azadkirina bajarê Helebce, qezaya Seyîdsadiq, nahiyeya Nalparêz, nahiyeya Erebet, bajarê Silêmanî, bajarê Kerkûkê.
Di 20ê Adara sala 1991ê de di operasyona azadkirina bajarê Kerkûkê de piştî ku bi guleyan li nava avahiya rêveberiya ewlehiya Be's a li bajêr birîndar bû, şehîd bû.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


