Sala 1987 li piraniya navçeyên başûrê Kurdistan, sînorê Çalakî û hemleyên Pêşmerge bo ser bingeh û Baregeh û hemû ew cihên ku bi sengerên leşkerî û çekdarî yên hêzên Îraqê hatibûn dorpêçkirin, bi wê astê fireh bû ku heta dezgehên leşkerî yên hikûmeta Îraqê bi berdewamî xistibûn rewşa amadebaşiyê([1]), her çend di gelek demên cuda û cihên cuda de êrîş û pelamarên artêş û çekdarên kirêgirtî û tevahiya hêzên Îraqî êrîş û pelamar encam didan bo wan navçeyên ku ketibûn bin hejmoûna Pêşmerge, lê êrîş û hemleyên leşkerî yên hikûmetê bandoreke wisa nebû li ser paşxistina Çalakîyên Pêşmerge, belkî bi berevajî ve roj li pey roj Çalakî di zêdebûnê de bûn([2])،  

       Bo wê mebestê sala 1987 li Baregehê lqa (1) Partiya Demokrat a Kurdistanê li Komatê ya devera Badînan civîneke berpirsên Pêşmerge hat birêvebirin, di wê civînê de hêzeke Pêşmerge pêkhat, di bin serpereştiya Mlazim Mihemed û Zêweyê cîgir, ligel berpirsên din ên deste û tîma Pêşmerge, daku gurzekê li hêzên leşkerî bixin di rêya êrîşkirina ser senger û bingeh û Baregehên leşkerî û çekdarî, piştî ku ew hêza Pêşmerge rû kirin sînorê Çalakîya xwe, gotûbêj û raguhertin hatin kirin derbarê encamdana Çalakî û diyarkirina cihê wê, bo wê carê yek ji rebayên leşkerî yên Artêşa Iraqê hat destnîşankirin li hember bajarokê Şêladizê li ser Ava Zê([3]), diyar e ew cure xalên leşkerî yên ku hikûmetê li wan cihan cîgîr kiribûn mebesta baladestbûn bû li ser navçeyê û rêgirtin bû li tevgerên Pêşmerge.

    Hêza Pêşmerge nexşe û plan danî bo cîbicîkirina wê karê ku jê re hatibû spartin, saeta sifir hat danîn bo êrîşkirinê, wê şevê ku hat diyarkirin bo lêdana xala leşkerî di dem û cihê diyarkirî de hat cîbicîkirin, her ku hemleya êrîşa Pêşmerge dest pê kir bi demekê pir kurt karîn dest deynin ser rebayê, hemû ew Serbazên ku di rebayê de di erkê de bûn hemû hatin kuştin û dest danîn ser tevahiya çekên wan ku ji cureyê Kalaşnîkov bûn, piştî bicîhanîna erk û girîngiya wê Pêşmerge cihê xwe bicîh hiştin û bêyî ziyan vegeriyan Baregehê lq li Komatê([4]).

  Hêjayî gotinê ye hemû ew Çalakîyên ku ji wî cureyî ji aliyê hêza Pêşmerge ve dihatin encamdan peyamek bûn bo desthilatdarên Beis ku Şoreşa Gulanê Kurd sist nake di bidestxistina mafên demokratîk ên xwe de, ku salan e di pênavê de şer dike û qurbanî jê re dide.  

Çavkanî:

1-Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

2-Mihemed Murad: Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.

3-Şîmal Zêbarî: Hinek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.             

 

[1] - Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l65-87.

[2] - Şîmal Zêbarî, Hinek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015, l354-374.

[3] - Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (1976-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007، l117.

[4] - Mihemed Murad: heman çavkanî, l117.