Rêjîmên li pey hev ên Îraqê ji bo rûbirûbûna şoreşa Kurd her ji destpêkê ve penah birine ber hunera şerê Kurd bi destê Kurd bi kuştinê bidin, diyar e derencama wê jî heta radeyeke mezin ji aliyê desthilatdarî û qayîmkirina pêgeha wan ve diçe qalibê sûdmendbûna rêjîma Îraqê, ew jî çekdarkirina hozan bû ji bo ku wekî hêzeke şerker li hevrastî digel artêşa Îraqê berhelstiya şoreşa Kurd pê bikin, tevî wê jî çandin û belavkirina tovê duberekiyê û dijminatiyê û serhildana kêşeyên civakî di navbera hoz û çîn û tebeqeyên civaka Kurdistanê de, helbet ew helwest bi ziyana Kurd û sûda hikûmetê diqedîya, bêguman ew jî diçe çarçoveya siyaseta perçekirin û serdestiyê, diyar e ew çekdar jî li ser bingeha deste û tîm û fencên sivik (fewcên xefîfe) dihatin rêkxistin, ku ji aliyê hikûmetê ve bi siwarên Selahedîn nav lê dihat kirin, lê ji aliyê şoreş û Pêşmerge ve bi (caş) dihatin naskirin ji ber ku dilsozane li kêleka hêzên leşkerî yên hikûmetê xizmeta rêjîmên li pey hev ên Îraqê dikirin, lewma Hêzên Pêşmerge jî rûbirûyî wan dibûn û bersiva êrîş û palamarên wan didan.
Yek ji wan êrîşên ku Hêzên Pêşmerge ji bo bersivdana helwesta çekdarên kirêgirtî (caş) kirin, şerê Bakirman bû ku yek ji çalakiyên partîzanî yên Hêzên Pêşmerge bû, serê êvara 29ê Adara 1983ê li navçeya Şermin û Bakirman qewimî, ku hêzeke Pêşmerge ya ser bi lijneya navçeyên Amêdî, Akrê, Şêxan û hêzeke ser bi serkirdatiyê ve êrîşî çend pêgehên çekdarên kirêgirtî (caş) kirin, êrîşê heyama du saetan kişand û di heyama wan du saetan de Hêzên Pêşmerge karîn armancê bipêkin wekî nexşeya ji bo wê kişandibûn, di encamê de ziyaneke mezin gihîşt çekdarên kirêgirtî, ji aliyê hêza şoreşê ve Pêşmergeyek bi navê Şe'ban Xefar Bêdohî û çar Pêşmergeyên din şehîd bûn.
Çavkanî.-
Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
-
Hojîn Mesûd Sernî: Şoreşa Îlonê li devera Behdînan 1961- 1975, çapa yekem, 2018.
-
Muhenned Elî Ferhan El-Cebûrî: Eşayir Barzan we dewruha fîl-Îraq (1903-11958), El-Teb'et el-ûla, El-Metbe'et Danşfer- 2023.
-
Hacî Mîrxan Dolemerî: Geran beday dadperwerîda, çapa duyem, çapxaneya Esra, - Tehran, 2021.


