Hikûmeta Iraqê ya ku şer li ser Kurdistanê di sala 1974an de ferz kir, êrîşên xwe li ser deverên di bin kontrola şoreşê de bi hemû hêza xwe dest pê kir, ku artêşeke mezin bi hejmara sed hezaran leşker û bi sedan tankên nûjen û cureyên dij-balafiran ligel balafiran bi kar anî, armanca wê bidawîkirin û tepeserkirina şoreşê bû.
Wisa xuya dike ku çiyayên bilind her tim cihên sekinandin û berxwedanê di hemû şoreş û raperînan de bûn, hêzên Pêşmerge pişta xwe didanê, û Artêşa Iraqê dixwest berî her tiştî dest deyne ser wan bilindahiyan, ji bo şikandina xetên berevaniyê yên Pêşmerge ji wan çiyayên Kiyoreş, Makok û Karoş, heta ku bikaribe bi hêsanî kontrola deverên nizm ên deşt û zeviyên rast bike. Rejîma Iraqê di planên xwe yên şer de pişta xwe bi mehên Tebax û Eylûlê girêdida ji bo destpêkirina êrîşên xwe li ser deverên şoreşê, heta ku bikaribe kontrola deverên stratejîk bike berî hatina demsala zivistan û sermayê.
Tevî ku Artêşa Iraqê di êrîşên xwe yên li ser cihên Pêşmerge de ziyanên mezin dîtin, lê berdewam kir di destpêkirina êrîşên xwe de bi piştgirî û alîkariya hêza hewayî û pisporên leşkerî yên Yekîtiya Sovyetê û çekdarên kirêgirtî (Cehş), û gava artêşê karî pêşve biçe ber bi çiyayê Kiyoreş û dest deyne ser, lîwaya peyade ya yekem û lîwaya (12) ya zirxî bi piştgiriya ketîbeya tankan (3) pêşveçûna xwe ber bi Geliyê Sengser dest pê kir, ku dikeve pêşiya çiyayê Asos ji aliyê rastê û pêşiya çiyayê Kiyoreş ji aliyê çepê û ku rêya Ranya- Qeladizê jê re derbas dibe.
Li hember van hêzên mezin ên Artêşa Iraqê ku pêşve diçûn ji bo dagirkirina bajarê Qeladizê, fujê hêza Kawe û fujê Asos li benda wan bûn û di amadebaşiyê de bûn li Geliyê Sengser, cihê tenê ku Pêşmerge dikaribû jê berxwedanê bike û astengiyan li pêşiya pêşveçûna artêşê deyne da ku negihîje Qeladizê, bi çandina mayînên dij-tank û dij-peyade û têkbirina rêyan û danîna kevirên mezin li ser wê, artêşê di êrîşa xwe de berdewam kir û nesekinî, û Pêşmerge di rewşa berxwedanê de bûn, û rûbirûbûn û şerên tund di navbera her du aliyan de qewimîn û deh rojan berdewam kir, tevî ku Artêşa Iraqê ziyanên mezin di can û mal de dîtin lê israr dikir li ser gihîştina bajarê Qeladizê, her wiha şehîd û birîndar di refên Pêşmerge de çêbûn, û di dawiyê de Artêşa Iraqê di 19ê Tebaxa 1974an de karî bikeve bajarê Qeladizê û kontrol bike.
Wisa xuya dike ku bi dagirkirina Qeladizê ji aliyê Artêşa Iraqê ve Pêşmerge bêdeng nema, belkî di çalakiyên xwe yên leşkerî de berdewam kir, ku di 3ê Eylûlê de êrîşek kir ser baregeheke ser bi Artêşa Iraqê li Tewsûran li ser rêya Ranya- Qeladizê, êrîş bi topbarana baregehê dest pê kirin, paşê êrîşî cih û baregehên leşkerî kirin û karîn ziyanên giran bigihînin hêzên artêşê, Pêşmerge nêzîk bû ku bi temamî kontrola baregehê bike, lê ji ber şehîdbûna fermandeyê Pêşmerge Ezzedîn Qere Mihemed ji planên xwe vekişiyan.
Çavkanî:
-
Mesûd Barzanî: Barzanî û Bizûtnewey Rizgarixwazî Kurd, bergî sêyem, beşî duwem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapî yekem – Hewlêr, 2004.
-
Senger Îbrahîm Xoşnaw: Rûdawên serbaziyên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapî yekem, Hewlêr, 2022.
-
Karwan Cewher Mihemed: Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd da, çapxaney Hêvî, Hewlêr, 2019.
-
Melazim Xidir Ebdullah Debax: Bîrweriyên min û topxaney Şoreşa Eylûla Mezin çapxaney Roşenbîrî, çapî sêyem, Hewlêr – 2020.
-
Îbrahîm Celal: Başûrî Kurdistan û Şoreşa Eylûlê, binyatnan û heltekandin, 1961-1975. Çapî çwarem, 2021.


