Şerê gundê Zêwkê di Şoreşa Gulanê de û di 15ê nîsana 1983an de li devera Badînan di navbera hêzeke Pêşmerge û hêzeke mezin a Artêşa Iraqê de qewimî, Artêşa Iraqê bi mebesta vegerandina hêz û hejmoona hikûmetê bo navçeyê êrîş birin ser gundê Zêwkê li navçeya Mangêşkê. Gava artêşa Iraqê mijûlî pişkinîna gund bûn, hêzeke Pêşmerge ku bi erka pêşmergayetiyê li navçeyê di ger û pişkinînê de bûn, ji êrîşê agahdar bûn û êrîş birin ser wan, piştî şerekî çend demjimêrî û gihandina ziyaneke mezin di kuştin û dîlgirtina hejmarek serbaz û efserekî de, karîn hêza Artêşa Iraqê têk bibin û ji navçeyê derxin.     

Şerê navxweyî di sala 1983an de partiyên siyasî yên Kurdistanê bi awayekî mijûl kiribûn ku piraniya hêzên xwe li mihwerê şer li navçeya Qendîlê kom kiribûn, piraniya hêzên Pêşmerge ji devera Badînan berê xwe dabûn navçeya şer, ya mabû çend hêzên biçûk bûn û piraniya caran di gerê de bûn ji bo serdanîkirina rêxistinên şoreşê û encamdana çalakiyên curbicur, diyar e Artêşa Iraqê jî ew rewş wek derfet dîtibû ji bo sepandina desthilat û hejmoona hikûmetê li ser wan navçeyên ku desthilata wê lê nebû ku bi navçeyên azadkirî yên şoreşê hatibûn naskirin, ew navçe hêza Pêşmerge lê serdest bû û desthilata hikûmetê lê lawaz bû lewma ji nişkave dest bi liv û tevger û êrîşa artêşî kiribû bo wan navçeyan ji bo rûmalîkirina Pêşmerge û destgirtin bi ser de.

Di berbanga 15ê nîsana 1983an de hêzeke mezin a Artêşa Iraqê êrîşeke kuta-pêr birin ser navçeya Mangêşkê, di tarîtiya şevê de çar dorên gundê Zêwkê girtin, paşê daxistin nav kolanan û dest bi pişkinîna mal bi mala gund kirin, hinek ji wan welatiyên ku di rêza berevaniya milî de bûn bi zanîna êrîşa artêşê ji gund derketin, hêzên hikûmetê rûbirûyî wan bûn û ji her alî ve teqeyan li wan kirin û şer di navbera wan de çêbû, di wê kêliyê de hêzeke Pêşmerge bi fermandeyiya Mihemed Murad li navçeya Mangêşkê bûn û hejmara wan 15 kes bûn ku tenê çekê giran di destê wan de yek (RPG) û topeke 75mm bû, hêza Pêşmerge bi bihîstina dengê teqeyê ber bi cihê êrîşê ve çûn.

Gava ku hêza Pêşmerge gihîştin nêzîkî gundê Zêwkê ligel desteya berevaniya milî bi hev re gihîştin û nûçeya hêza Artêşa Iraqê pê ragihandin ku êrîş birine ser gundê navborî û mijûlî pişkinîna malan in. Hêza Pêşmerge plana rûbirûbûnê danî û dabeşî ser çend xalan bûn, xwe nêzîkî hêza hikûmetê kirin û dîtin ku ji gundê Zêwkê heta cadeya Mangêşkê senger girtine, hêza Pêşmerge ji hemû sengeran êrîş birin ser hêza Artêşa Iraqê, şer berdewam bû êrîş li pey êrîşan encam dan, ji nişkave rewşeke wiha ji bo hêzên hikûmetê anîn holê ku di çaverêyê de nebû, ji sibehê ve heta demjimêr 9 şer dirêjahiya xwe hebû, Pêşmerge karî serê hêza Artêşa Iraqê bixapîne û belav bike, paşê Pêşmerge bi bilindgo bi hûtaf lêdan û gotina dirûşmên bijî şoreş û bijî Pêşmerge û helehleyên rûniştvanên gund ligel dengê gulleyên tifeng û (RPG) û top, tirs û dilgiraniyê xiste nav rêzên serbazên artêşê û moralê wan rûxand û ji gund reviyan, Pêşmerge jî li pey wan ketin heta gihîştin cadeya Mangêşkê û tûşî şikesteke mezin kirin.

 Di wê êrîşê de Artêşa Iraqê ziyaneke mezin dît di kuştina hejmarek serbaz û bicîhhiştina termê dehan din li meydana şer de û dîlgirtina efserekî bi pileya (Neqîb) ligel 15 serbazan bi çek ve, herwiha destgirtin bi ser sê amûrên bêtêlê yên peywendîkirinê ji cureyê (Racal) ku bûn destkeftiya Pêşmerge, ligel destgirtina bi ser sê topên 60mm ligel hejmareke mezin a gulletopên heman cureyî, zêdetir ji 15 çekên sivik ên cureyê (Klaşînkof) û yek demançe û hejmareke mezin a teqemenî û kelûpelên serbazî ketin destê Pêşmerge.         

Piştî ku hikûmetê paşekêşî bi hêzên xwe kir wek pîşeya her carê 6 firokeyên şer ên cureyê helîkopter gihîştin asmanê navçeyê, gelek bêbazinane û bi çirî heta êvareke dereng bordûmana navçeyê kir, di encamê de agir berda rez û bax û bîstanên rûniştvanan. Diyar e ew reftara hikûmeta Îraqê di hemû şer û rûbirûbûnan de hebûye û di topbaran û bordûmana firokeyan de destê xwe ji gund û ladêyên Kurdistanê nediparast, di wê navberê de xelkê sivîl ên navçeyan tûşî ziyanên mezin dibûn.

Ew êrîşa Artêşa Iraqê û şikestxwarina wê li ser destê Hêzên Pêşmerge ji gelek rûyan ve encamên xwe hebûn, wek bilindbûna moralê Pêşmerge û bihêzbûna bawerî û piştrastiya welatiyan bi mêrxasî û xwe ragirtina Hêzên Pêşmerge, herwiha ji bo hikûmetê û hêzên serbazî bi temamî zelal bû ku tevî hêza bêhejmar û piştgiriya çek û teqemenî û tank û top û firokeyan, tûşî şikestên mezin dibin li hember Pêşmerge ku hêzeke mêrxas û şerker in û sil nakin ji parêzgariya temamê axa Kurdistanê, tevî dengvedaneke mezin li navçeyê û derdora wê, ew yek ji şikestên mezin ên Artêşa Iraqê bû li sînorê Lîqa yekê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Her ev bû ku kir ku serok Mesûd Barzanî bê ser xetê û spas û pêzanîna xwe û Mekteba Siyasî bi broşkeyekê arasteyî Rêxistina Rencberan bike û nûçeya wê di îstgeha Dengê Kurdistanê ya Îraqê de belav bibe, belavbûna nûçeyê derxera wê rastiyê ye ku beşa ragihandina şoreşê di wê heyamê de cureyek pêşketin bi xwe ve dîtibû, asta kar û çalakiyan pantahiyeke mezin û fireh girtibû û kadroyên şarezayên pispor lê kom bûbûn, rewşa ragihandina şoreşê di asteke giring û pêşveçûnê de bû.

                               

Çavkanî:

1-Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergê çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşê duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.

2-Mihemed Murad, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiyên Şoreşa Gulanê di navbera salên (1976-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.

3-Seyîd Kake, Bîrewerî pêşmergeyek, çapxaneya Rewşenbîrî, çapa yekem, 1997.

4-Nûrî Heme Elî, Dîroka têkoşîna pêşmergeyek di navbera jiyan û mirinê de, çapxaneya Şehab, Hewlêr çapa duyem – 2016.