Diyar e şoreşa Kurd li gor qonax û hewldanên rojgarê bi barûdoxên taybet re derbas bûye, wê serdema ku daxwaz û vîna şoreşê pêwîstî bi şerê bereyî hebû û bajar û navçe dihatin azadkirin û Hêzên Pêşmerge lê diman û amadekarî ji bo rûbirûbûnê dikir, lê di piştî hilgirsiya Şoreşa Gulanê hewldanên rewşê wisa dixwest ku piraniya caran Hêzên Pêşmerge bi şêwazê şerê partîzanî berevaniya dezgeh û saziyên serbazî û ewlekariyên rejîma Beis dikir, peyama şoreşê û girîngiya wê bi vî awayî bi serên hikûmetê digihand, li vir girîng e rola rêkxistina navbajaran neyê paşguhkirin û her tim li ber çavan bê girtin ku hander û rêberên çalak bûn ji bo şoreşê, daku kadroyên rêkxistinê û Hêzên Pêşmerge bikarin bi erka xwe ya şoreşgerî rabin, heta bikarin çalakiyên xwe yên Pêşmergeyî pêk bînin, helbet birêveçûna piraniya çalakiyan li nav bajaran û kûrahiya desthilata hikûmetê ji vê helwesta rêkxistina nihênî ya navbajarên şoreşê bêpar nebûye([1]).
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermandariya Mlazim Babekir û Hoşyar Zêbarî rabûn bi pêkanîna çalakiyeke Pêşmergeyî li sentera bajarê Akrê, piştî ku Hêzên Pêşmergeyên hevbeş ên di navbera Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunîst a Îraqê de sala 1983an planên lêdana binke û baregehên Partiya Beis li nav bajarê Akrê danîn, li gor plan û nexşeya êrîşê cih li ser wan hatin dabeşkirin û di dem û cihê diyarkirî de êrîş birin ser binke û dezgehên Beis li bajêr, karîn di demekê kurt de ziyaneke mezin bigihînin dezgehên Beis.
Di wê dastanê de her yek ji Pêşmergeyên Ebdulla Qado , Silêman Hernî, Bîlal Sûrçî, Ebdullezîz Amêdî, Sadiq Gûyêzî, Ehmed Şahîn, Reza, Şîmal Zêbarî û Şêx Ehmed Sûrçî beşdar bûn, ku roleke kartêker lîstin di şer de.
Encama şer bi ziyaneke mezin di dezgehên Beis de bi dawî hat û dengvedaneke mezin li pey xwe anî li navçeyê, ji aliyê hêza şoreşê ve şehîdbûna Pêşmergeyekî bi navê Şêx Ehmed Sûrçî û birîndarbûna du Pêşmergeyên din bi navên Casim Zêbarî û Ehmed Beharikî jê ket. ([2]).
Çavkanî:- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de... Hecî Bêrox, berga duyem çapa duyem, Tirkiye- 2021.
[1] - Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta Barzanî de... Hecî Bêrox, berga duyem çapa duyem, Tirkiye- 2021, r46.
[2] - Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, r61.





