Havîna 1963an demsalek germ û xwînawî bû, rewşeke dijwar û giran bi ser Kurdistanê de derbas dibû, hikûmeta Îraqê tevahiya hêzên xwe xistin şerê Kurd, çimkî wek şerê çarenûssazî şîrove dikir û bi hêviya wê bû ku şoreşê ji nav bibe û gelê Kurd qelaço bike, ya dimîne bindest û jêrdestê xwe bike. Hikûmet ji bo pêkanîna wê planê ket êrîş û pelamara hovane bi hemû hêz û şiyana artêşa bejayî û asmanî ve bo ser Kurdistanê, ter û hişk bi hev re dişewitand, herwiha ket bordûmana gund û bajarokan û şewitandina berhemên çandinî û daristanên xwezayî û sepandina dorpêça aborî, hovtirîn artêş şande nav bajar û bajarokan ji bo eşkencekirin û tirsandina bi kom.

      Ew kiryar li ser destê rejîma Beis bi serokatiya Ebdulselam Arif hatin holê, ku bi rêya derbeyê di 8ê Sibata 1963an de desthilata Îraqê girt dest, bi vê yekê qonaxeke nû di dîroka Îraqê de dest pê kir, her çend di destpêka desthilata xwe de cureyek ji gotûbêj û danûstandinê li gel serkirdatiya şoreşê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dest pê kir, lê gotûbêjên çar mehan zêdetir nexayand, di 10ê Hezîrana 1963an de êrîş û pelamarên bo ser navçeyên şoreşê dest pê kir.   

      Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê jî ji bo bergirîkirina êrîşan û parastinê her tim di amadebaşiyê de bû, hinek caran jî di bersiva pelamarên artêşê de Çalakî yên curbicur encam dida, yek ji wan Çalakî yên hêza Pêşmergeyê Qeredaxê şerê pirê Çemê Deredwîne yê li ser rêya giştî ya navbera Meydan û Derbendîxanê bû di 15ê Tîrmeha 1963an de, gava ku nûçeya derbasbûna karwanekî Artêşa Iraqê gihîşte wan bi rêya Celewla – Derbendîxan ber bi Bexdayê ve, biryar dan ku rêya jêrîn a Derbendîxanê li wî karwanê artêşê bigirin û Çalakî yeke pêşmergatiyê encam bidin, nexşeya şerê xwe bi vî awayî danî: 

  • Hêzeke Pêşmerge bi Fermandeyî ya Mihemed Hacî Welî Kelarî ji bo girtina bilindahiyên çiyayê Qetere hat raspêrdin ji bo ku nehêlin Artêşa Iraqê ji serbazgeha Meydanê ve pişta wan bigire. 

  • Desteyeke Pêşmerge erka girtina çiyayê pişt gundê Banî Xêlanê jê re hat spartin ji bo ku ew jî nehêlin artêş ji serbazgeha Derbendîxanê ve pêşrewî bike û bilindahiyên Gulanê bigire.

  • Desteyeke din jî li jêrê gundê Banî Xêlanê di amadebaşiyê de bûn.

  • Hêza din jî bi Fermandeyî ya Ezîz Qazî li nêzîkî pirê Çemê Deredwîne yê li ser rêya giştî hatin bicihkirin di çaverêya hatina karwanê artêşê de.

      Çend senger jî li bilindahiyên nêzîkî rêya giştî hebûn di wan deman de ku karwanê artêşê pê de derbas dibû komek çekdarên kirêgirtî (caş) dişandin wan sengeran ji bo parastina rêya giştî, ew jî di bin çavdêriya Pêşmerge de bûn. 

       Demjimêr 9ê sibehê 15ê Tîrmeha 1963an karwanê Artêşa Iraqê gihîşte ser pirê, Pêşmerge pêşî destrêja guleyan li çekdarên kirêgirtî (caş) kirin û 3 çekdarên wan kuştin yên din senger vala kirin, reviyan û laşên kuştiyên xwe li pey xwe hiştin, serbazên artêşê dest bi êrîşê kirin ji bo ku sengeran bigirin, di navbera wan de şerekî germ dest pê kir, serbazan nekarîn sengeran bigirin belkî çend serbazên wan hatin kuştin, hêzeke artêş û kirêgirtiyan êrîş birin ser bilindahiyên pişt Qetere li wir jî Pêşmerge lê dan û di demekê kêm de têk birin, 3 çekdarên kirêgirtî (caş) li wê derê hatin kuştin û laşên wan li meydana şer de man, hêzeke din a serbazî ya Îraqê ji serbazgeha Derbendîxanê ve ji bo alîkariya karwanê serbazî êrîş birin ser çiyayê Gulanê, ketin kemîna Pêşmerge çend serbazên wan hatin kuştin û vegeriyan serbazgeha xwe. 

      Şer heta demjimêr 5ê êvarê berdewam bû, her du serbazgehên Meydan û Derbendîxanê û çekdarên kirêgirtî yên hoza Newrolî di şer de beşdar bûn, wê rojê karwanê artêşa Îraqê nekarî derbas bibe û vegeriya serbazgehê, lê roja din karîn derbas bibin, li gor zanyariyên ku gihîştin destê Pêşmerge di wî şerî de, ziyanên hêzên hikûmetê pêk hatin ji kuştina 40 serbaz û du Efser û 6 çekdarên kirêgirtî (caş), ji aliyê hêza şoreşê ve tenê yek Pêşmerge bi sivikî birîndar bû.

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961- 1975, çapa yekem, (Hewlêr- 2004).

2- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê avakirin û hilweşandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.

3- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka Şoreşa Eylûlê de, çapa yekem, (Çapxaneya Wezareta Perwerde- Hewlêr- 2007).

4- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapa yekem, (Çapxaneya Zanîngeha Selaheddîn- Hewlêr- 2012).

5- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Surçî, çapa yekem, (Çapxaneya Danişfer- Hewlêr- 2023).