Di rêzeşerên Şoreşa mezin a Eylûlê di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ligel artêşa Îraqê şerekî mezin li navçeya Pîrêmegrun di 28ê Nîsana 1965 dest pê kir û heta 12ê Gulanê heman salê berdewam bû, ew şer li navçeyên Pîrêmegrun ku ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye ku di navbera artêşa Îraqê bi serkirdetiya emîd rukn Zekî Husên Hîlmî fermandeyê artêşa Îraqê û Tarîq Ehmed fermandeyê Hêzên Pêşmerge bû, ew şeran maweyekî dirêj kişand.
AmadekarîHikûmeta Îraqê bo êrîşkirina ser sengerên Hêzên Pêşmerge, du lîwa ji artêşa xwe ligel nêzîkî sê hezar caş û kirêgirtiyên Kurd û du hezar erebên eşîran û çilkawxoran amade kir bo êrîşkirina ser Hêzên Pêşmerge li navçeyên Pîrêmegrun, bi taybetî mebesta dagîrkirina baregeha Hêza Rizgarî bû li gundê Zêwê, ew qonaxa yekem a plana artêşa Îraqê bû, di qonaxa duyemîn de jî hilkişîna ber bi navçeyên Seraxiya bû li devera Cafayetî.
Destpêkirina êrîşa berevajî ji aliyê Pêşmergepiştî ku êrîş dest pê kir ber bi arasteya sengerên Pêşmerge, sereta artêşa Îraqê serkeftî bû di bidestxistina armancên xwe li hinek cihan, karî gundê Zêwê û beşek ji cihên Hêzên Pêşmerge li devera Pîrêmegrun dagîr bike û ji destê Hêzên Pêşmerge derbîne, lê ew serkeftina artêşê zêde dirêj nekir, belkî êrîşa berevajî ji aliyê Pêşmerge dest pê kir, karîn hemû cihên ji dest çûyî ji destê artêşa Îraqê rizgar bikin û careke din vegerînin bin destê Hêzên Pêşmerge.
Di wan şeran de zirar û ziyaneke zêde gihîşt artêşa Îraqê û tevî wê ku nekarî armanca xwe bi dest bixe û ew şikest bû sedem ku dawîn car be ku bikaribe êrîş bike ser navçeyê.
Çavkanî:- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





