Hêzên Barzanî piştî nesko ya komarê û di dema paşvekişandina wan bo xaka Îraqê qonaxeke nû ya şer û pevçûnan li gel hêzên artêşa Îranê û eşîrên alîgirên hikûmetê dest pê dike, hejmarek ji wan şeran derbeyeke kujer bû ku li artêş û alîgirên Îranê ket, yek ji wan şeran ku di wê paşvekişandinê de di navbera Hêzên Barzanî û artêşa Îranê de rû da şerê Sofyan bûye, piştî serkeftina şerê Nelos Barzaniyan agahdar dibin ku beşek ji hêzên artêşa Îranê li gundê Sofyan ku dikeve 10 kîlometriya başûrê Nelos cîgir bûne, ew jî dibe sedema wê ku Barzanî wî cihî bikin armanca xwe, lewma di saet 7ê sibehê di 17ê Adara 1947an de dest bi êrîşkirina ser hêzên artêşa Îranê li Sofyan dikin, berê di bin kontrola eşîrên Mamêş û Mengûr de bû û revîbûn.

Serê pêşî Barzanî dikarin piştî 12 saet şer li gel hêzên Îranê bi sûdwergirtina ji hêzên topavêj û çekên giran bilindahiyên wê navçeyê kontrol bikin, di wî şerî de ji Hêzên Barzanî 8 kes Şehîd bûne û 12 kes jî birîndar dibin, di hêzên Îranê de jî efserek bi navê Reza Qerebaghî û serbazek tên kuştin û 11 kes jî bi dîl dikevin destê Barzaniyan, gava artêşa Îranê dibînin ku li Sofyan jî wek Nelos tûşî şikestê hatine dest bi encamdana dij-êrîşekê dikin, bi sûdwergirtina ji gûrdana siwarên Loristan û du gûrdanên topavêj û firokeyên şer, di encama wê êrîşê de ku di keşûhewayeke nebar de hat encamdan Barzanî neçar dibin paşvekişin?!. 

 Lê li vir divê ew nerîna Pisyani yê rojnamevanê kirêgirtiyê Îranî ku dixwaze wisa propagandayê belav bike ku di şerê Sofyan de Barzanî tûşî şikestê hatin bi derew bi nav bikin, çimkî ew berî her tiştî tenê rojnamevanek bûye ku ji aliyê desthilatdarên Îranê ve rê pê hatibû dayîn rûmalê bûyeran bike, bi awayekî piraniya caran hêzên Îranê bi serkeftî nîşan bide û Barzaniyan bi şikestxwarî dayne, nimûneya wê alîgiriyê di şerê Sofyan de derdikeve, ku stwan yekemê Qerebaghî û hejmarek ji serbazan tên kuştin, ew şikest bo serkeftineke diguhere ku tê de 16 Pêşmergeyên Barzanî Şehîd û 20 Pêşmerge jî birîndar dibin, ku di rastiyê de ew ji bilî derewê ti rastiyeke wê nebû, çimkî wê demê ku şerê Sofyan rû dide her wekî hat behskirin bi sedema xerabûna keşûhewayê û barîna baranê hêzên artêşa Îranê nikarin li cihê xwe tevgerê bikin û her xweya ew sedem jî dibe sedema serkeftina Barzaniyan.

Li aliyekî din jî Pisyani yê rojnamevan behsa sûdwergirtina ji hêzên asmanî di wî şerî de dike ku em dikarin bibêjin ew jî ji bilî propagandayeke bo hêzên artêşa Îranê tiştekî din nebûye, çimkî ew firokeyên ku di destê hêzên asmanî yên Îranê de bûne ewendê pêşketî nebûne ku bikarin di keşûhewayeke nebar de bifirin û armancên xwe li navçeyeke çiyayî bipêkin. Li aliyekî din jî ti çavkaniyeke din a Îranê heta xweya navenda artêşa Îranê di wê pirtûka ku di serdema Pehlewî de hatiye nivîsîn û navê (Tarîxê pencah salê nîroyê zemînî şahînşahî Îran) e sedema şikesta hêzên stwan yekem Qerebaghî di wê de dibîne ku keşûhewaya navçeyê bo êrîşkirinê xerab bûye û herwiha bi ti awayî behsa alîkariya wergirtina ji hêzên asmanî nake.

Çavkanî:

1- Necefqulî Pisyani, Ez Mehabadê xwînîn ta keranêyê Eres, (Tehran, Şirketê sehamî çap), 1328.

2- Elaeddîn Secadî, Şoreşên Kurd, (Bexda, Çapxaneya Meiarif), 1959.

3- Sipehbed Mihemed Kazimî. Serheng 2 stada Menuçehr Elborz, Tarîxê pencah salê nîroyê zemînî şahînşahî Îran, Tehran, 2535.