Piştî ku Beasiyan bi rêya derbeyeke leşkerî desthilata Îraqê girtin destê xwe, bo heyama sê mehan şer û êrîşên xwe li ser Kurdistanê rawestandin, lê zêde neçû careke din êrîşên Beasiyan bo ser Kurdistanê dest pê kirin, plana vê carê ya Artêşa Îraqê bi vî rengî bû ku hemû giranîya hêzên xwe xistibû ser navçeya Spîlkê daku ji wir xwe bigihîne Barzan û bikaribe bi temamî dest bi ser wê deverê de bigire.
Hêzên hikûmetê di êrîşa vê carê de pêk dihatin ji hêza firqeya 2 ku ji lîwayên (2, 5, 19, 25, 27, 29) pêk dihatin, bi fermandariya Eqîd Rukn Îbrahîm Feysel Ensarî wek serperiştiyarê giştî yê wê hemleya leşkerî hatibû destnîşankirin, herwiha amir lîwa Seîd Hemo desthilata temamî pê hatibû dayîn ji ber kîn û rikberiya wî ya li hember serkirdatiya şoreşê û gelê Kurd.
Di 29ê hezîrana 1963an de şerekî mezin li Derbendê Korê rû da heta berêvarê berdewam bû, di encamê de Pêşmerge ji wî derbendî vekişiyan, lê nekarîn li Gerûyê Mîrawa û Deşta Herîrê û cihên din xeta berevaniyê deynin heta gihîştin bilindahiyên Spîlkê, li wir li ser cihên stratejîk belav bûn û rê li pêşrewiyên Artêşa Îraqê girtin, hêzên hikûmetê jî gihîştin Deşta Herîrê û serbazgehên xwe ava kirin.
Fermandariya giştî ya hêza Pêşmerge di wê dastanê de bi Eqîd Rukn Kafî Nebewî hat spartin û fermandeyên hêzan jî Hacî Bêroxî, Kekoyê Mêrgesorî, Mistefa Nêrweyî, Mela Emîn Hostanî, Cader Goyzî, Hemeziyad Feqiyanî, Izzet Silêman Beg Dergeleyî, Hemîd Bîrî û Erîf Yasîn bûn, ku her yek ji wan li qolekê şer hatibûn bicihkirin.
Plana Artêşa Îraqê ji bo êrîşkirina ser Barzan ji aliyê du firqeyan ve di yek demê de bi niyaz bû bi rê ve biçe, firqeya yek li Çiyayê Pîrs û firqeya du li Spîlkê, ew jî piştî ku hêza Pêşmerge ji Heybet Siltanê paşekêşê kir hikûmetê beşek ji hêzên xwe xist nav wan hêzên ku li Deşta Herîrê bûn, lê lîwaya sê li Xelîfan û Balekiyan ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatibû dorpêçkirin, azûqe û xwarinên wan jê hatibûn birîn û nêzîk bû ku xwe radest bikin, lê dema ku hêzeke din a leşkerî ya Îraqê gihîşt Deşta Herîrê hêviya wan vegeriya, herwiha Husên Sûrçî berpirsiyarê kirêgirtiyan (caş) alîkariya wan kir di warê azûqe û xwarinê de.
Bo demekê hêzan li hember hev senger girtibûn, li Bendê Herîrê jî hêzeke Pêşmerge hatibû bicihkirin bi hemûyan nehiştin Artêşa Îraqê li Deşta Herîrê pêşrewî bike, rojekê firokeyeke hîlîkopter a şerî bi ser sengerên Pêşmerge de difiriya li bilindahiyên Spîlkê, Pêşmergeyan jî her yek ji cihê xwe ve dan ber rijêna gulle, firoke bi lez û bez navçe bicî hişt û li Deşta Herîrê nînişt, piştî vê Artêşa Îraqê bordûmaneke çir a sengerên Pêşmerge dest pê kir û agir berda navçeyê.
Hinek caran ji ber netebaiya fermandeyên Pêşmerge û venegeriyana wan bo hemahengî û şêwirê bo hev, bandora neyînî li ser balansa hêz û serhildana şilopî di nav rêzan de û datenîna vînê di sengerên Pêşmerge de tê holê.
Hêzeke Pêşmerge ji aliyê Muqedem Ezîz Akreyî tê şandin bo Spîlkê bo piştgiriya wê bereya şer ku navbirî ti berpirsiyariyeke wî di wî mihwerî de nebû, şeveke hêzeke Pêşmerge bi fermandariya Silêman Şawlî Şanederî bê hemahengî li gel Eqîd Rukn Kafî Nebewî dişîne bo gundê Berdînê li başûrê Spîlkê, bi behaneya çek dimalîn ji nişteciyên gund, wisa diyar dibe gumanê hevkariya Artêşa Îraqê jê hatibe kirin, xelkê gund jî berengariya Pêşmerge dibin û şerekî mezin di navbera wan de çêbû, berpirsiyarê Pêşmergeyan Silêman Şawlî Şanederî û sê Pêşmerge şehîd bûn û termên wan li meydanê şer bicî man, dema ku nûçe gihîşt hêza Pêşmerge hêzeke din bi fermandariya Hacî Bêroxî bo bihanawêçûna hêza yekem li xeta Sênawê êrîş dikin ser çekdarên gund, her çend bi ser wan de serdikevin, lê di hêza wan de jî çar Pêşmerge şehîd dibin û du jî birîndar dibin paşê paşekêşê bi hêzên xwe dikin.
Piştî wê nakokî û pşêviya ku di nav hêza Pêşmerge de çêbû Artêşa Îraqê di 15ê tîrmeha 1963an de êrîşeke berbelav bo ser bereya Spîlkê dest pê kir, hewdem dengoyê wê jî di nav Pêşmerge de peyda bû ku dorpêça ser lîwaya 3 li Xelîfan hatiye rakirin û dest bi ser Geliyê Elî Beg de girtine, lewma piştî şerekî çend saetî hêza Pêşmerge di 16ê tîrmehê de ji bilindahiyên Spîlkê vekişiya û Artêşa Îraqê dest bi ser de girt.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarîxwazî Kurd, bergê sêyem, beşê yekem, Şoreşa Îlonê 1961-1975, çapa yekem 2004.
2- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hacî Bêroxî, bergê yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.
3- Zerar Silêman Beg Dergeleyî, Bîrweriyên min di salên 1943-1977an de.
4- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka Şoreşa Îlonê, çapa yekem, Hewlêr, 2007
5- Arî Kerîm, Çend lapereyên zindî di Şoreşa Îlonê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.
6- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi dû dadperweriyê de, bergê yekem, çapa duyem, çapxaneya Esra, Tehran, 2021.





