
Jiyan û xebata Mistefa Ebdulla Goronî- Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê û Gulanê
*Ev hevpeyvîn di dîroka 1, 4, 5, 8ê meha sibata sala 2018an de li bajarokê Diyana li mala Mistefa Goronî hatiye kirin.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.361 encam

*Ev hevpeyvîn di dîroka 1, 4, 5, 8ê meha sibata sala 2018an de li bajarokê Diyana li mala Mistefa Goronî hatiye kirin.

Destana Korê yek ji wan şer û rûbirûbûnên çarenûssaz e ku Pêşmergeyên Kurdistanê di 7 – 11ê nîsana 1991ê de li hember Artêşa Iraqê tomar kir, piştî ku Artêşa Iraqê di bihara 1991ê de li hember hêza Pêşmergeyên Bereya Kurdistanî û pêla nerazîbûna gelê raperî yê Başûrê Kurdistanê têk çû û hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê hatin rizgarkirin, zêde neçû artêşa rejîmê ji aliyê hêza hevalbendan ve çira kesk jê re hat pêxistin û di 27ê adara 1991ê de ji Kerkûkê ve gelek bi dijwarî rûbirûyê Pêşmerge bû...

Roja 3ê çiriya paşîn a 2022an kongreya çardehem li bajarê Dihokê û bi amadebûna 1022 nûneran ji kû 1065 nûnerên ku mafê beşdarbûna kongreyê hebûn li seranserê rêxistinên Partiyê di bin (dirûşma azadî, dêmokrasî û dadperwerî) de dest bi karên xwe kir.

Nasih Xefûr Remezan, naskirî bi N. Bêbak, sala 1964 tevlî refên partiyê bûye, sala 1969 tevlî refên Hêzên Pêşmerge li sînorê çalakiyên lijneya liqa sê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye...

Piştî ku barzaniyan di sala 1939an de ji başûrê Îraqê vediguhêzin Silêmaniyê, li şûna ku barûdoxa jiyana wan baştir bibe, lê ji ber helwesta Şêx Mistefa Qeredaxî, muteserifê wê demê yê Silêmaniyê, barûdoxa jiyana wan xirabtir bû, ji ber ku navbirî rê nedida xelkê bajarê Silêmaniyê ku alîkariya wan bikin.

Hevalên Barzanî ji wan 521 Pêşmerge, xebatkar, xakperwer û şopîneran re tê gotin ku di dîroka 23ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kirin û sînorê sê welatên zehmet, dûr û dirêj û dijminê Kurd û Barzanî derbas kirin û li Yekîtiya Sovyetê bi cih bûn.

Sala (1943)ê bi jidayikbûna (Sen'an Ehmed) şoreşa duyem a Barzanî jî çirûsk da, dema ku di sala 1947an de Ergoş tê bordûmankirin, Sen'an ji dengê firoke û bordûmanê natirse, ji ber ku hê zarokekî 4 salî ye, lê dema ku di dawiya 1947an de hikûmet vedigere Ergoş, bi polîsan wî ditirsînin û hest jî nake ku bavê wî yek ji wan polîsan e, wekî ku bi xwe dibêje: "Dema polîs vegeriyan Ergoş, ji ber ku cara yekem bû me ew dîtin, em ditirsiyan".....

Fermana leşkerî derbarê rêkxistina desteya Pêşmergeyên Kurdistanê Li gorî pêwîstiya berjewendiya şoreşê û bi mebesta bilindkirina asta leşkerî ya desteya Pêşmergeyên Kurdistanê yên nîştimanperwer, di warê rêkxistin û çekdarkirin û meşq û rahênan û karambûnê de, me ev namilkeya han derxist û me ferman da wan kesên ku girîngiyê bi rêkxistina desteyên çekdarên şoreşgerên me didin, di bin ronahiya wê namilkeyê de hemû şiyan û hêza xwe bixin gerê.

Ehmed Mêrozî, navê wî yê temam (Ehmed Ezîz Ehmed) e û di sala 1940an de li (Gundê Mêroz) ê ser bi eşîra (Mizûrî Jorî) ji dayik bûye, (Ehmed) di malbatekê de hatiye perwerdekirin, ku malbata (Barzan) li ku bûbin, ew jî li wir bûne. Malbatekê biryar dane dijminê (Barzan) bi dijminê xwe bizanin û dostê (Barzan) jî bi dostê xwe.

Ev ya li ber destê te ji aliyê Seîd Kakî ve hatiye amadekirin ku di bingeh de hevpeyvînek e deh sal berê ji aliyê Kak Bêhrûzê Rehîmî ve hatiye wergerandin, lê derfet jê re çênebûye çap bike, di hevdîtinekê de ligel wî, got min jî gotarek heye derbarê şoreşa Barzaniyan ku gotûbêjek e ligel Morteza Zerbext ku bi xwe şahidê têkoşîna Barzaniyan bûye û ligel wan jiyaye, paşê got nexşeya rêwîtiyên General Barzanî jî heye, heta mamosteyek min peyda kir û navê wan gundên Barzaniyan bi wan re çûne...

Elî Hemdî Mûsa Abas di sala 1939an de bû endamê Partiya Hêviya Kurd û piştre di sala 1946an de tevlî refên Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) bû. Di sala 1953an de, di dema Kongreya Sêyem de wek endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin.

Mihemed Ziyad Heme Mehmûd, ku bi navê Kaka Ziyad Koye jî tê naskirin, di sala 1931ê de piştgirî da Şoreşa Yekem a Barzan. Wî di navbera salên 1943 û 1945an de piştgirî da Şoreşa Duyemîn a Barzan. Di sala 1946an de, di yekem kongreya Partiya Dêmokrata Kurd (PDK) de bû cîgirê duyem ê serokê partiyê. Di 9ê hezîrana 1963an de, tevlî refên Hêzên Pêşmerge bû.