Pirtûka dengî
Çalakî part û rêxistinên siyasî yên Îranê di navbera salên (1941-1953)
Ev pirtûk lêkolîneke akademîk e ku ji pêşgotin, dergeh û çar beşan pêk tê. Dergeha vê pirtûkê çar teweran dihewîne ku behsa paşxaneya jiyana partayetiyê li Îranê, Barûdoxê part û rêxistinên siyasî di navbera salên (1921-1941) û guhertinên salên (1939-1941) û berfirehbûna Çalakîyên rêxistinî dike. Beşa yekem ji çar teweran pêk tê ku derbarê part û rêxistinên çepgir ên Îranê yên navbera salên (1941-1935) de ye, wek Partiya Tûde ya Îranê, Firqeya Demokrat a Azerbaycanê, part û rêxistinên çepgir ên Kurd û part û rêxistinên çep ên biçûk û kêm-bandor. Beşa duyem a vê pirtûkê çar teweran dihewîne ku behsa part û rêxistinên rastgir ên navbera salên (1941-1935) dike, wek partiyên parêzgar, partiyên neteweyî, partiyên navendî û part û rêxistinên îslamî. Beşa sêyem ku çar teweran dihewîne, taybet hatiye kirin ji bo helwesta part û rêxistinên siyasî di bûyerên Îranê de di navbera salên (1941-1946) de, wek helwesta partiyan li...

Niha
Beşa yekem
Deng tê barkirin...
Lez

