

Ansîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê
Loading

Wergêrana cîhanî: Pir-cemserî û jeopolîtîka Rojhilata Navîn
Dr. Behroz Ce'fer
Ev pirtûk lêkolînek e ji nêrîna edebî ve li ser pirsa bêdewletiyê di nivîsarên (Cegerxwîn û Hêmin û Peşêw) de, ji pêşgotinek û sê beşan û her beşek jî ji çend tewaran pêk hatiye.
Beşa yekem behsa dewlet û şopên bêdewletiyê yên peywendîdar bi dahênanê ve dike û sê tewaran dihewîne li ser zarave, çemk, pênase, bingeh û rol û girîngiya dewletê. Çemk, pênase, peywendiya bêdewletiyê bi nasnameyê re û penaberî û girîngiya bingehê axê li cem helbestvanan. Çemk, pênaseya dahênanê, dahênan ji aliyê derûnnasiyê ve, nêrîna Sigmund Freud û Carl Gustav Jung û Alfred Adler ji bo dahênanê.
Beşa duyem a vê pirtûkê behsa peywendiya bêdewletiyê bi pirsên nasnameyê û penaberî û axê dike, ji sê tewaran pêk tê ku ronahiyê dixe ser nebûna nasnameya neteweyî, penaberî û ax wek hokarê dahênana helbestê li cem helbestvanên Kurd wek Cegerxwîn û Hêmin û Peşêw.
Beşa sêyem hatiye terxankirin ji bo bandora pirsên derûnî li ser dahênana helbestê li cem helbestvanan û sê tewaran dihewîne li ser, girêya xwe-kêm-zanînê, hestê jêrdestiyê û bertekên derûnî wek hokarê dahênana helbestê li cem helbestvanan Cegerxwîn û Hêmin û Peşêw.