Pîtyên şoreşê15/4/1971
Ji bo çend gundan daxwaza dabînkirina birînpêçan tê kirin

- Şandekar
- Hêza Kawe
- Hejmara nameyê
- 39
- Wergir
- M.S, T.Z, B.M, Liq 4 P.D.K, B 4 Merge
Metna orîjînal
Brûskeya we 31 di 14/4 de. Pêwîstiya me bi medemî (birînpêç) heye ji bo wan gundan ku navên wan li jêr hatine nivîsandin, ji ber ku ti xizmetguzariyeke tenduristî li wan nîne û gelek ji qeza û nahiyeyan dûr in, ligel vê yekê gelek gundên wan li derdorê hene. Her wiha amade ne heta ku hikûmet avahiyan ji wan re çêdike, cih ji wan re dabîn bikin. Ev navên gundan in ligel nahiye û qezayan: A. 1. Lêwje 2. Bûlê 3. Sergenaw 4. Serwîs 5. Şerwît 6. Bestê 7. Girtik 8. Rezge nahiyeya Nawdeşt qezaya Raniye. B. 1. Şênê 2. Sûnê 3. Dêlû 4. Bêklo 5. Bawzê 6. Bêglas 7. Bêşîr qezaya Qeladizê Pişder. C. 1. Germî 2. Kanî Tû 3. Şarstîn 4. Memendawa û Qeretebê girêdayî nahiyeya Merge û Bin Gerd qezaya Pişder.
