Pîtyên şoreşê3/2
Tesîsên petrolê yên Kerkûkê bi topan tên wêrankirin

- Şandekar
- Necm
- Hejmara nameyê
- ف ع
- Wergir
- Kewkeb û Şecer
Metna orîjînal
Barqiyeya we 98 gihîşt. Di vê demê de ti danûstandin nînin. Rewş wekî berê aloz e. Şeva borî tesîsên petrolê yên Kerkûkê bi topan hatin wêrankirin û pevçûneke tund di navbera artêş û pêşmerge de qewimî ku bi têkçûna artêşê bi dawî bû. Balafirên dijmin ji şeva borî ve bi tundî cihên pêşmerge yên derdora Kerkûkê bombebaran dikin. Me îro li hemberî êrîşên asmanî Hêzî girtin û heta niha ti êrîşeke asmanî li ser me li Balekê çênebûye û em ê we ji hemû pêşveçûnan agahdar bikin.
