Pîtyên şoreşê17/3/1970
Qeymeqamê Şengalê rê nade welatiyan ku şahiyan bikin

- Şandekar
- Liq 1 P D K
- Hejmara nameyê
- 59
- Wergir
- M.S, Barzanî, M.T ji bo agahdariyê, Numan Îsa
Metna orîjînal
Lijneya me ya xwecihî ya Şengalê me agahdar kir ku helwesta qeymeqam û komîserê ewlehiyê yê Şengalê neyînî ye û li dijî daxuyaniya 11ê Adarê ye. Bi tundî rê li ber şahiyên girseyan ên bi vê boneyê digirin. Qeymeqam bi destê xwe wêneya Ehmed Hesen Bekir ji destê xwepêşanderan daxistiye û biryar daye ku şahiyên Newrozê têk bibe. Li gorî baweriya me ew ji Beisa çepgir e. Ferman bikin ji kerema xwe re da ku sînorekî ji tevgerên wî re daynin.
