Pîtyên şoreşê1969/8/27
Rêkxistina nû ya bereyên şer

- Şandekar
- Ebdulwehab
- Hejmara nameyê
- 432
- Wergir
- Baregeha Barzanî
Metna orîjînal
Telgrafên we 453 di 8/26 de, pêwîst dike Kak Faxir bişînim bo berpirsê navçeya B6 û navçeya Norolîş jî bê xistin ser. Eger bi awayekî demkî jî be. Ew bi xwe jî razî ye û em gelek gelek hevaheng in. Navçe gelek gelek hesas e û Melazim Salih îdare nake û daxwaza vekişînê kiriye bo baregeha hêzê. Hêza Rizgariyê ya ku bi serê wê hat, bi texmîna min Hêza Qeredaxê xerabtir bi serê wê tê. Bila Hêza Xebatê tûşî karesatê nebe çimkî stûna piştê ya şoreşê ye li navçeya Soran. Hêza Sefîn niha esasî nîne. Muqedem Ezîz Bekir bibe fermandarê Hêza Rizgariyê. Ji kerema xwe gelek gelek girîngiyê bidin vê herêmê, hêvî dikim razîbûna xwe bînî. Agahdar bikin bi xêr.
