Piştî serkeftinên hêza Pêşmerge di şerê Geliyê Zaxo de, Îsa Siwar daxwaz ji Mistefa Barzanî kir ku ji bo lêdana kompanya neftê ya Eyn Zalê hêzeke taybet bê pêkanîn, piştî wergirtina razîbûnê û gotûbêjkirina hemû aliyên çalakiyê, amadekarî bi awayekî pir veşartî dest pê kir, êdî Esed Xoşewî fermandeyê giştî yê devera Badînan, Îsa Siwar ji bo fermandeyîkirina çalakiyê destnîşan kir. Serkirdeyên navçeyê girîngî dan bi komkirina zanyariyan li ser cihê Eyn Zalê ku nêzîkî 15 heta 20 km ji navçeya çiyayî dûr bû, dema bi peyî çûna 8 heta 10 demjimêran bû ji nêzîktirîn cihê Pêşmerge, çemê Dîcle astengeke avî bû ji bo derbaskirina Pêşmerge, divê ew çalakî di demekê pîvanî de bihata encamdan, ji bo ku di dema paşekişeyê de rûbirûyê hêzên hikûmetê nebin û ji bordûmana firokeyên şer dûr bikevin. Tişta ku çalakî ji bo Pêşmerge hêsan kir, di Îlona 1962an de du polîsên Kurd bi navên Heme Sûr Huseyn Berzincî û Mistefa Ferec Şwanî hebûn ku di kompanya neftê ya Eyn Zalê de kar dikirin peywendî bi şoreşê re kirin, piştî gotûbêjkirina ligel fermandeyên navçeyê û şêwirîn û wergirtina zanyariyan û raguhertina ramanan amadebûna xwe nîşan dan ku beşdarî di çalakiyê de bikin, êdî razîbûna dawî li ser çalakiyê hat dayîn.
Amadekariyên PêşmergeBerî ku Pêşmerge ji çemê Dîcle derbas bibe, Îsa Siwar civîneke ligel hemû serqolan û berpirsên Pêşmerge dike, di wê civînê de hêzê li ser sê komelan dabeş dike û her komelê fermandeyek ligel erka wê bi vî awayî destnîşan dike:
Komela yekem: Hêza Îsa Siwar ji her yek ji Mela Hemdî Ebdulmecîd Selefî, Ebdulrehîm Cesîm, Erîf Derwêş û Hacî Qado Gravî ligel rêberê sereke Mistefa Ferec pêk hatiye, erka vê komelê kontrolkirina dergehê sereke yê kompanyayê bû.
Komela duyem: Hêza Haşim Mîrozî ku her yek ji Elî Elî Seyfedîn û Murad Mumê û Şahîn Şêxo ligel hejmarek ji Pêşmerge û rêberê sereke Heme Sûr Huseyn Berzincî pêk hatibû, erka sereke ya vê komelê êrîşkirin bû ser bingeha polîsên Eyn Zalê.
Komela dawî bi serperiştiya Elî Halo Elî bû ligel serdestê Ebdulrehman Dîno û hejmarek ji Pêşmergeyên din, erka vê komelê jî kontrolkirina çendîn dezgehên girîng bû di nav kompanyayê de bi taybet jûra (bedele û bêtel). Ligel hêzeke yedek ku li ser girên derdora kompanyayê belavkirî bûn.
Ziyanên dijmin û destkeftiyên PêşmergeŞeva 11 li ser 12ê Çiriya Pêşîn a 1962an Pêşmerge dest bi encamdana çalakiyê kir, li gorî wê planê ku berê jê re hatibû danîn, piştî rûbirûbûneke dijwar ligel pasewan û polîsên nav kompanyayê hat şiyan armancên xwe bi cih bînin, di encamê de hejmarek polîs hatin kuştin û birîndar bûn, herwiha karîn 70 polîs û efseran dîl bigirin ku di nav wan de rêveberê kompanyayê (Dîk Dankort) û du endazyarên Brîtanî hebûn. Hevdem Pêşmerge kargeha neftê û bedeleya telefonê û heşt otomobîlên kompanyayê şewitandin û destkeftiyên Pêşmerge di wê çalakiyê de 33 tiving û reşeş, şeş demançe û du reşeşên Brîm û du kamerayên wênekêşiyê ligel berekî zêde ji kelûpel û pêdiviyên pizîşkî bûn, ziyana hêzên Pêşmerge di wê dastanê de Şehîdbûna Pêşmergeyekî bû bi navê Şahîn Şêxo, ku paşê termê wî ji aliyê hêzên Îraqê ve ji gorê hat derxistin û bi awayekî nemirovane sivikatî bi termê wî hat kirin û piştî wê bi otomobîleke serbazî di nav Eyn Zalê de hat kaşkirin.
Dengvedana çalakîya PêşmergeJi ber girîngî û dengvedana serkeftina çalakiyê Mela Mistefa Barzanî, brûskeyeke pîrozbahiyê ji bo Îsa Siwar şand, piştî ku her çi polîs û fermanberên kompanyayê bûn ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatin azadkirin. Tenê li ser fermana Serok Barzanî dîlên biyanî şandin baregeha wî, di dema gihîştina baregehê de ji aliyê خودی Barzanî ve pêşwazî li wan hat kirin û rêzeke mezin li wan hat girtin û hemû pêdiviyên hewandina wan ji bo hatin dabînkirin, divê bê gotin di dema azadkirina wan dîlan de û hemû kesên biyanî ji aliyê şoreşa Kurd ve bi ti awayî daxwaza destkeftiya madî ji ti aliyekî nehatiye kirin, bê beramber hatine azadkirin.
Ev jî vê yekê digihîne ku şoreşa Kurd bi rêberiya rêberê şoreşê Mela Mistefa Barzanî, herdem li ber çavan girtina bingehên mafê mirov û nirxên mirovahî û yasayên şer bûye û qet penah nebirine ber azarandina dîlên şer û tundûtûjiyê, tevî hovîtiya muameleya Artêşa Iraqê ya dijmin û nebûna piştgiriya navneteweyî ji bo şoreşê, ku tenê çiya dostên wê bûn û pişta xwe pê girêdida.
Çalakîya Eyn Zalê di bîranîna fermandeyên serbazî yên Artêşa Iraqê deTewra ev çalakîya mezin a ku amaje pê hat kirin di nivîs û bîranînên fermandeyên serbazî yên Artêşa Iraqê de jî amajeya zelal pê hat kirin, ku dijminên şoreşa Kurd bûn, bo nimûne Ferîq Seîd Hemo Tele'eferî fermandeyê fewca du ya wê demê ya lîwaya 11 a Artêşa Iraqê şahidiyê dide û nivîsiye: "Ew çalakîya wêrek pêdivî bi şiyaneke laşî ya bilind hebû, ji ber ku Pêşmergeyan du caran karîne ji çemê Dîcle derbas bibin, çalakî di du şev û rojekê de hatiye encamdan". Herwiha Emîdê Rûkn Ebdulkerîm Ferhan fermandeyê firqeya yek di Artêşa Iraqê de nivîsiye: "Şoreşgerên Kurd helmeteke serkeftî û wêrek bo ser bîrên neftê yên Eyn Zalê, li bakurê rojavayê Mûsilê encam dane".
Armanc ji çalakiyêMebest ji wê çalakiyê ew bû nîşanî hikûmeta Îraqê bidin ku destê Pêşmerge ne wisa ye tenê heta navçeyên çiyayî bibire, belkî dikare ji wê zêdetir biçe û karê wek karên çiyayî di deştên text ên berfireh de jî bike, ji aliyekî din ve ev êrîşkirina ser kompanya Eyn Zalê dengvedaneke mezin di nav kor û komelên darayî yên navneteweyî de hebû, di encama wî karî de di korîdorên navneteweyî de girîngîdan bi şoreşa Kurd du qat bû, li hember navûdengê hikûmetê hat xwarê, ji ber ku nekarî dezgehên xwe biparêze, hevdem tirsek da wan welatên biyanî yên ku berjewendiyên neftî di Îraqê de hebûn.
Dikare behsa aliyekî din ê erênî yê vê çalakiyê ji bo navûdengê şoreşa Kurd û lekedarkirin û navzڕandina şoreta hikûmetê bikin ew jî bandora wê hebû li ser handana rojnamevanên biyanî ji bo serdanîkirina Kurdistanê û lêkolînkirin li ser şoreşa Kurd û sedeman û kuştina gelê Kurd û gihandina dengê şoreşa Kurd bi cîhanê.
Çavkanî:1- Ebdulfetah Elî El-Bûtanî, Mentiqet Badînan 1925 – 1970, c 2, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2017, r 178 – 179.
1- Rojîn Çelebî Munîr, Zaxo 14ê tîrmeha 1958 – 6ê adara 1975, Senterê Zaxo bo Vekolînên Kurdî, Zaxo, 2018, r. 162 – 164.
3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd, bergê sêyem, beşê yekem, çapxaneya wezareta perwerde, 2004, r. 95.
4- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li mêjûy şoreşa Eylûl, çapê duyem, nivîsgeha tefsîr, Hewlêr, 2006, r. 125.
5- سعيد حمو, مذكرات أمر لواء مشاة, بغداد, 1977, ص 52.





