Jînenîgarî

Avdel Misto, sala 1927 li gundê Bawêyê ser bi nahiya Goretû li qezaya Mêrgesora parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Mistefa Umerê bavê yek bûye ji pasewanên jenerêl Mistefa Barzanî. Sala 1984 bi penaberî rû dike Komara Îslamî ya Îranê û li bajarê Neẍedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûye, di salên (1984-1997) de di pasewanên taybet ên serok Mesûd Barzanî bûye. Sala 1997 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê. Sala 1998 xanenişîn hatiye kirin, di 24ê tîrmeha 2003an de bi sedema nexweşiya şêrpenceyê li Hewlêrê koça dawî kiriye.

Xebatname

 Sala 1945 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye, di şerên Mîanduaw û Bokan û Seqizê de beşdarî kiriye. Piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê, di 19ê adara 1947an de beşdarî di şerên vekişîna hêza Barzan bo Kurdistanê Îraqê kiriye.

Piştî vegera wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerêl Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek Serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatin veguhastin û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewldaneke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û kulên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser Barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerêl Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gor herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di Sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.

Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kiriye û serpel bûye û di şeran de beşdar bûye. Sala 1984an wek penaber rû dike Komara Îslamî ya Îranê û li bajarê Neẍedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê nîştecih dibe. Beşdarî Şoreşa  Gulanê û raperînê kiriye. Di salên (1985-1997) de di pasewanên taybet ên serok Mesûd Barzanî bûye. Sala 1997 vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û sala 1998 xanenişîn hatiye kirin, di 24ê tîrmeha 2003an de bi sedema nexweşiya şêrpenceyê li Hewlêrê koça dawî kiriye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.