Jînenîgarî

Babekir Mihemed Zubêr, sala 1920 li gundê Hesnê li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û di beşa çandiniyê de bawernameya peymangehê bi dest xistiye. Her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê li gel Şukriye Yûsif pêk aniye û kurekî wan bi navê Zubêr Babekir hebûye ku di sala 1959an de ji dayik bûye, keçikek jî wan hebûye bi navê Hediya. Malbata wî ji neteweya tatarên nîvgirava Qirimê li (Komara Ukrayna) ye. Ji 12ê hezîrana 1963an heta 20ê kanûna pêşîn a 1963an Şukriye Yûsif li gel du zarokên xwe li Hewlêrê ji aliyê rejîma Beis ve bi tohmeta ku hevserê wê yawerî Mistefa Barzanî û Pêşmerge bûye, desteser tê kirin û xistine zindanê, piştî berdana ji zindanê li taxa Îskan û paşê li taxa Seydawa niştecî dibe û di bin çavdêriya zilamên hikûmetê de bûye û paşê vedigere Yekîtiya Sovyetê.

Piştî vegera ji Yekîtiya Sovyetê, Babekir Mihemed sala 1959an li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê wek rênîşanderê çandiniyê tê damezrandin. Bi sedema beşdariya di Şoreşa Eylûlê de ji karê xwe dadibire, lê sala 1971ê piştî rêkeftinnameya 11ê Adarê vegeriyaye ser karê xwe. Sala 1972an heta 1975an wek rênîşanderê çandiniyê tê veguhestin bo fermangeha çandiniyê ya Barzan. Her sê zimanên Kurdî, Rûsî û Farsî zanîbûye. Sala 1998an li gel malbata xwe vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û sala 2003an koça dawî kiriye û li gundê Hesnê hatiye veşartin.

Xebatname

 Babekir Mihemed berî ku sala 1943an peywendî bi şoreşê bike, di rêzên Artêşa Iraqê de serbaz bûye û hewşêweyê piraniya xelkê Kurdistanê ku qayîl nedibûn di Artêşa Iraqê de bibin serbaz, ji serbaziyê reviyaye û peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî dest bi ser gişt milk û malên veguhêz û neveguhêzên wî de hatiye girtin.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an û piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalên xwe derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye. Birayekî wî jî ku navê wî Zubêr Mihemed bûye, di sala 1945an de li Komara Demokratîk a Kurdistanê koça dawî kiriye.

 Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdariya şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Bazargirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de yaweriya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li Bakûyê Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Ceifer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayin kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbece biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vriviskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jênêral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û karê bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarbûyî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.

Piştî ku Komara Îraqê di sala 1958an de bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Sala 1962an beşdariya Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye serpel û di şeran de beşdar bûye. Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide Îranê û li Neqedeya Rojhilatê Kurdistanê niştecî dibe.

 Sala 1979an beşdariya Şoreşa Gulanê kiriye û di her du şerên Lolên û şerê Elewetan de beşdar bûye. Sala 1992an xanenişîn bûye û sala 1998an li gel malbata xwe vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.

Çavkanî:
    1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

    2. Hemîd Gerdî, Pûxtê dîroknamê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Weşanê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
    3. Heyder Farûq El-Samerrayî, Ziya Ce'fer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016).
    4. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî de, 62 roj li gel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
    5. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
    6. Ness qerar lecnet el-efw el-am bi redd el-î'tîbar îla şehîd sewret Barzan, Mecellet Rizgarî, el-eded 2,3, el-metbe'et el-rabîte, Bexda, 1ê Nîsana 1959an.
    7. Arşîva Desteya Ensîklopediya, deqa hevpeyvînê li gel Nadir Babekir Mihemed Zubêr, di dîroka 13ê Nîsana 2019an - Pîrmam.