Bahir Ebdulqadir Ebdulrehman, di sala 1965an de li gundê Bêjawê yê ser bi nahyeya Sîrwan a parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, xwendina qonaxa seretayî temam kiriye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, navê hevjîna wî Ayşe Hemedemîn e û xwedî keçekê ye bi navê Behar, di sala 1983an de Şehîd dibe.
XebatnameBahir Ebdulqadir Ebdulrehman Di sala 1981ê de peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên ser bi Fereydûn Ciwanroyî dike, di desteya partîzaniyên deşta Şarezûrê de endam bûye, di sala 1983an de li nêzîkî gundê Îmamî Zamnî yê ser bi nahyeya Sîrwan, ligel hevsengerekî xwe li benda belemê dimînin ji bo derbaskirina deryaçeya Sîrwan, lê di wê demê de firokeyên rejîma Beis wan bombebaran dikin û Bahir Ebdulqadir birîndar dibe û piştre bi sedema giraniya birîna xwe di rêya birina wî bo welatê Îranê de Şehîd dibe.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




