Behaedîn Mihemed Emîn nasnavê wî (Seyîd Behaedîn Îmamî), sala 1941 li gundê Laweran ser bi devera Helebceyê ji dayik bûye, xwedî malbat bûye. Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê dibe û rû dike civaka Duawê di navbera bajarê Newsud û bajarê Pawe û ji wir ve birine civaka Seriyas li Pawe û paşê jî hatiye veguhastin bo bajarê Tewrêz û Miyaneyê. Paşê bo navçeya Hîcran Dûz li ser sînorê Azerbaycana Sovyetê hatiye dûrxistin.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye û li cem Heme Gulpeyî li devera Helebceyê bûye Pêşmerge, sala 1962 li batalyona 6ê Bemoyê bûye heta sala 1966 di wê batalyonê de, di heman salê de navbirî tê kirin serpel û di şerê Newnolê de ji aliyê çekdarên koma Îbrahîm Ehmed tê girtin, maweya şeş mehan li gel bavê xwe Faris Bawe li girtîgeha Bekrecoyê hatiye zindanîkirin, paşê sala 1967 ji girtîgehê reviyaye û ji devera Qeredaxê careke din çûye nav rêzên Pêşmerge, paşê hatiye veguhastin bo Tewêleyê û li batalyona Hesen Begê Mehmûd Beg hatiye kirin serpel. 

Piştî rêkeftina 11ê adara 1970yî, navbirî li devera Pêncwênê hatiye kirin pasewanê sînor, piştî destpêkirina şer ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li dijî gelê Kurd, Seyîd Behaedîn Îmamî çûye çiyayê Sertîz û li gel Celal Laweranî hatiye kirin fermandeyê batalyonê û piştî beşdarîkirin di şerê çiyayê Sertîz de vegeriyaye Biyare û Tewêleyê û ji wir ve hatiye veguhastin bo Bemoyê. 

Sala 1979 peywendî bi Şoreşa Gulanê kiriye (1976-1991) û vegeriyaye Bemoyê, Nadir Hewramî berpirsiyarê giştî yê wê deverê bûye, heta sala 1987 bi şêweyê mefrezeya gerok li devera Hewraman Pêşmerge bûye, di heman salê de hatiye raspardin bo gihandina 400 perçe çek bo devera Qeredaxê bo teşkîlatên Hêzên Pêşmerge.

Sala 1988 di dema kîmyabaranakirina Helebceyê de, li Xurmalê bi sivikî birîndar bûye û hatiye veguhastin bo Merîwanê û piştî saxbûna birînên xwe careke din vegeriyaye Ciwanroyê, li wir rejîma Îranê li gel Fereydûn Ciwanroyî, Elî Ekber Hîdayet, Ehmed Rebatî girtine û piştî 40 rojan bi kefalet hatine azadkirin.

Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê di sala 1991ê de, navbirî vegeriyaye Bawenûr li Derbendîxan û Kelarê, li gel komek Pêşmergeyên din navçe ji dezgehên rejîma Îraqê paqij kirine û baregeha Partiyê li Derbendîxanê danîne, di heman salê de û di dema êrîşa artêşa Îraqê bo ser Kurdistanê, navbirî birîndar bûye.

Piştî hilbijartina gera yekem a Parlamentoya Kurdistanê di sala 1992an de, Seyîd Behaedîn Îmamî hatiye kirin fermandeyê batalyona 7ê li hêza sînorî ya lîqa sêyê ya Derbendîxanê ku Mela Zemnako fermandeyê hêzê bûye, sala 2009 bi pileya lîwa malinşîn bûye. 

Di 16ê tebaxa 1996an de yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji ber xizmetên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn. 

Çavkanî: 

1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.