Sala 1974an hikûmeta Îraqê ji rêkeftina 11ê adara 1970yî paşve gav avêt û careke din şer û wêrankarî li seranserê navçeyên şoreşê serê Kurdan girt, ji ber ku xelkê daxwaza aştiyê û jiyana asûdeyî dikirin, ji vê helwesta hikûmetê pir nîgeran bûn û bi tundî li dijî sekinîn, lewma ligel destpêkirina şer de tevahiya cemawer bi hemû çîn û tebeqeyan ve li dijî êrîşkarên hikûmetê sekinîn, xebata qelemê jî bi gur û tîn tir hat ser xebata çek, desteyên xwendekarên zanîngeha Silêmaniyê û mamostayan û rewşenbîran û xelkê şoreşger berê xwe dan navçeyên di bin desthilata şoreşê de û hikûmraniya Beis red kirin, zanîngeha Silêmaniyê xebata zanistî tevlî xebata çekdarî kir, wate her du alayên zanist û şoreşê bi hev re hatin bilindkirin ji bo ku ji cîhanê re biselmînin ku şer û wêrankarî astengeke mezin a li ber pêşketinên Kurdan e û zilm û stem tevahiya cûmgeyên jiyana xelkê Kurdistanê girtiye, bi zanist û me'rîfetê ve jî.  

Rêjîmên yek li pey hev ên Îraqê her tim astengeke pola bûn li ber pêşketinên Kurdan û hemû rêyên xwe ceribandine ji bo ku karwanê xebat û şoreş û pêşketinê bisekinînin û di dawiyê de ji holê rakin, her ji ber wê sedemê bû serê sibê roja 24ê nîsana 1974an demjimêr 9:45 xulek çend firokeyên şer bi bombeyên qedexekirî yên napalm bordûmana bajarê Qeladizê kirin, rik û tûreyiyên xwe bi zanîngeh û zanist û xelkê sivîl ê wî bajarî de rijandin, ku navenda zanistgehê bi xestî kir armanc û ev bajar rastî karesatekê anî ku di tu pîvanên exlaqî, wijdanî, mirovahiyê de cih nagire, di çav tirkandinê de 123 kes ji jin û zarok û pîr û law û xwendekar û mamosta û karker û cotyar şehîd bûn ligel birîndarbûna zêdetir ji 400 kesî.

Ev mezintirîn destana karesatê bû ku hat holê û tevlî tevahiya destanên din ên xebat û têkoşîna Şoreşa Eylûlê kir, diyarîyeke tijî şermezarî ya Yekîtiya Sovyetê û hikûmeta Beis a hevalbend bû ji bo Kurdan, ku di rojnameya Le Monde di 10ê hezîrana 1974an de wekî karesata herî tirsnak hat behskirin. 

Şehîdên vê karesata dîrokî li goristana bajarê Qeladizê hatin veşartin û navê goristanê her bi goristana şehîdên bordûmana Qeladizê hat navandin, eger çi ji aliyekî ve ev karesata dilbirîn bû mayeya şermezariya encamderan, lê ji aliyekî din ve wijdanê hemû Kurd û Kurdistanîyan anî hejandin û bû dersake zindî di nava hemû azadîxwazekî de, ku her sal bîranîna wê tê kirin, di raperînên salên 1982, 1983 û 1987an de di salvegera bordûmana Qeladizê de wekî rojeke dîrokî hat naskirin û dengê nerazî li tevahiya bajarên Kurdistanê ji aliyê çîn û tebeqeyên cemawer ve li dijî rêjîma Beis bilind dibû. Niştecihên bajarê Qeladizê salane bi rêpêvan bîranîna vê karesata dîrokî dikin û encamderan şermezar dikin.

Çavkanî:

1- Xoşewî Elî Kanyelincî, bîreweriyên Ezîz Qazî Hemêd Sûrçî, çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2023.

2- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, ç: yekem 2004.

3- Arî Kerîm, çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

4- Îsmaîl Gûndejorî, Şoreşa Eylûlê li Balekayetiyê, çapxaneya Rojhilat, çapa yekem, 2018.

5- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê binyadnan û hilweşandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.