Şehîd Cewher Hemedemîn Ewwela di sala 1964an de li gundê Şêrkawê, girêdayî qezaya Çoman a Îdareya Serbixwe ya Soranê, ji dayik bûye; xwendewar bûye û zewicî bûye.

Di sala 1991an de tevlî rêxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê bûye û piştî demekê li qezaya Soranê dibe karmendê ewlehiyê. Ji bo parastina serweriya qanûnê beşdarî şerên devera Sîdekan bûye. Di 12ê Cotmeha yekem a sala 1995an de, dema çekdarên PKKê êrîşî baregeha Komîteya Herêmî ya Sîdekan kirin, navborî şehîd bûye. 

Çavkanî: 

1- Arşîva beşa ensîklopediyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.