Jînenîgarî 

Di sala 1920an de li gundê Telê yê ser bi nahiyeya Barzan a navçeya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê bi Tamara Abas re zewiciye. Keçek wan bi navê Zeynebê hebûye ku di sala 1957an de ji dayik bûye. Ji 12ê hezîrana 1963an heta 20ê kanûna pêşîna 1963an, Tamara Abas bi du zarokan re li Hewlêrê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi tohmeta ku hevjînê wê hevalê Mistefa Barzanî ye û pêşmerge ye hatine girtin û şandine zindanê, paşê li taxa Seydawa jiyaye û di bin çavdêriyê de bûye û di sala 1965an de vegeriyaye Yekîtiya Sovyetê, di sala 1988an de li komelgeha Qûştepeyê ya Hewlêrê koça dawî kiriye.

Bîranîna Têkoşînê

Di 23ê gulana 1947an de, bi General Mistefa Barzanî re çûye Yekîtiya Sovyetê û beşdarî şerê çemê Qotûr û şerê Pira Makoyê bûye, piştî gelek zehmetî û kedeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de derbasî çemê Arasê bûye bo Yekîtiya Sovyetê, ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye.

Piştî gihîştina Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de, bi hemû hevalên xwe re li bajarê Naxçivanê yê komara Azerbaycanê, bo heyama çil rojan, li devereke çol û vala ya bi têlên dirî dorpêçkirî hatine bicihkirin û ji aliyê leşkeran ve hatine parastin, derbarê xwarin, cil û berg û çûnûhatinê de wek dîlên şer bi wan re hatine kirin. Paşê, bi biryara hikûmeta Sovyetê, li ser deverên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê yên komara Azerbaycanê hatine belavkirin. Di 10ê gulana 1947an de bo baregeheke leşkerî ya li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de cil û bergên leşkerî li wan hatine kirin û rojane heşt saetan di bin çavdêriya efserên Azerbaycanî de perwerdeya leşkerî dîtine. Di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hin hevalên xwe yên xwendewar ve dersên zimanê Kurdî hîn bûne.

Piştî reftarên nebaş ên Cefer Bakrov ên li hember hevalên wî, Barzanî biryar dide ku baregeha xwe ya leşkerî ji komara Azerbaycanê di 29ê tebaxa 1948an de veguhêze baregeha Çîrçîkê ya nêzîkî "Taşkent"a paytexta komara Ozbekistanê, ku li wir perwerdeya xwe ya leşkerî bidomînin.

Di adara 1949an de ew û hevalên wî bi trênê li ser gundên Yekîtiya Sovyetê hatine belavkirin û di Kolxozan de (erdên ku xelkê ji hikûmetê wergirtibûn û paşê para hikûmetê didan) kar kirine.

Piştî hewldaneke zêde û gelek nameyên General Barzanî bo Stalîn, nameyek di dawiyê de digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa pirsgirêkên hevalên xwe dike û tavilê biryar dide ku komîteyek bo lêkolîna rewşa hevalên Barzanî pêk bîne, û di dawiyê de biryara komîteyê ew bû ku divê hemû li bajarê Vrîvskî bên bicihkirin, lewma di mijdara 1951ê de diçe bajarê Vrîvskî yê Sovyetê.

Li pey Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera General Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de, ew û hevalên wî li gorî xalên 3 û 7 û beşa (a) ya Xala Dehem û kar bi xala 11ê li gorî yasaya hejmar 19 a sala 1959an a sererastkirî, ketine ber lêborîna giştî.

Di sala 1958an de, komara Îraqê di bin serokatiya Ebdulkerîm Qasim de hat damezrandin û di 16ê nîsana 1959an de, navbirî bi hevalên xwe re bi rêya keştiya Groza di nav bendera Besrayê ya başûrê Îraqê de vegeriyaye Kurdistanê. Di sala 1963an de beşdarî Şoreşa Îlonê bûye.

Çavkanî:

  1. حه‌مید گه‌ردی، پوخته‌ی مێژوونامه‌، چاپی یه‌كه‌م، (هه‌ولێر - ده‌زگای چاپ و بڵاوكردنه‌وه‌ی ئاراس - چاپخانه‌ی وه‌زاره‌تی په‌روه‌رده ‌- 2004ز).
  2. ڕێكاری مزویری، ژنێن رۆس و ڕاگواستن و ئه‌نفال و كۆمه‌لكوژی، چاپی یه‌كه‌م، (هه‌ولێر – چاپخانه‌ی مناره‌ - 2010ز).
  3. عه‌بدولڕه‌حمان مه‌لا حه‌بیب ئه‌بوبه‌كر، عه‌شیره‌تی بارزان له‌ نێوان 1931-1991، چاپی یه‌كه‌م، (هه‌ولێر - چاپخانه‌ی وه‌زاره‌تی رۆشنبیری - 2001ز).
  4. كاروان محه‌مه‌د مه‌جید، بارزانییه‌كان له‌ مه‌هاباده‌وه‌ بۆ سۆڤێت، چاپی یه‌كه‌م، (سلێمانی - چاپخانه‌ی په‌یوه‌ند - 2011ز).
  5. گۆڤاری هه‌تاو، ژماره‌ 154، ساڵی شه‌شه‌م، هه‌ولێر، چاپخانه‌ی كوردستان، هه‌ینی، 15 نیسانی 1959.
  6. له‌ یادداشتی فه‌رمانده‌ی شه‌هید حه‌سۆ میرخان ژاژۆكی، 62 رۆژ له‌گه‌ڵ بارزانی دا چوونی بارزانییه‌كان بۆ یه‌كێتی سۆڤێت، چاپی یه‌كه‌م (هه‌ولێر - چاپخانه‌ی رۆشنبیری - 1997ز).
  7. لیث عبدالمحسن جواد الزبیدي، ثورة 14 تموز 1958 في العراق، (بغداد - دارالرشید للنشر - 1979م).
  8. مسعود بارزانی، بارزانی و بزوتنه‌وه‌ی رزگاریخوازی كورد 1931-1958، (دهۆك - چاپخانه‌ی خه‌بات - 1998ز).
  9. نه‌جه‌ف قولی پسیان، له‌ مهابادی خوێناوییه‌وه‌ هه‌تا لێواره‌كانی ئاراس، و. شه‌وكه‌ت شێخ یه‌زدین، چاپی یه‌كه‌م، (پیرمام - یۆبیلی زێڕینی پارتی دیموكراتی كوردستان - 1996ز).
  10. ئـ.د.ئـ، فایلی ژماره‌ AI-10، لیستی هه‌ڤاڵانی مسته‌فا بارزانی بۆ یه‌كێتی سۆڤێت، به‌ڵگه‌نامه‌ له‌لایه‌ن سه‌گڤان هاڵۆ پێشكه‌ش كراوه‌، 2016ز.
  11. ئـ.د.ئـ، فایلی ژماره‌ HB-50، پارتی دیموكراتی كوردستان، باره‌گای بارزانی، لێژنه‌ی باڵای ناوچه‌ی بارزان، فۆرمی جەوهەر محەمەد عه‌لی عه‌بدوڵا، پیرمام، 1 تشرینی دووه‌می 2018ز.
  12. ئیسماعیل گونده‌رۆژی،‌ ئه‌و ئافره‌ته‌ ڕووسانه‌ی كه‌ هاوسه‌ریان پێشمه‌رگه‌ بوون و كه‌وتنه‌به‌ر ڕه‌شگیری، ئۆرگانی پارتی دیموكراتی كوردستان، رۆژنامه‌ی خه‌بات، ژماره‌ 3461، هه‌ولێر، 3 ئایاری 2010ز.