Cewher Xidr Qadir di sala 1973an de li gundê Mawîlîyanê, girêdayî qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê, ji dayik bûye, heta pola şeşan a seretayî xwendiye, zewac nekiriye. Piştî rabûna Başûrê Kurdistanê di sala 1991an de têkiliya xwe bi rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê re dike; paşê li fawca yekem a Artêşa şeşan li Soranê dibe Pêşmerge. Li piraniya şerên parastina qanûnê li herêma Soranê beşdar bûye; di 10ê Cotmeha sala 1997an de li şerê Çiyayê Derabê, ji aliyê çekdarên PKKê ve şehîd hatiye kirin.

Çavkanî:

1-Arşîva beşa ensîklopediya ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.