Sedem û birêveçûna civînê

Di 11ê Sibata 1979an de, piştî Serhildana gelê Îranê, monarşî li wî welatî hilweşiya û bi Komara Îslamî ya Îranê hat guhertin, û serokatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê karî têkiliyên baş bi desthilatdariya nû ya Îranê re deyne, ji ber ku hejmareke mezin ji penaberên başûrê Kurdistanê ji sala 1974an ve li wî welatî bûn. Di destpêka sala 1979an de, yek ji bûyerên herî bibandor û trajîk koça dawî ya Serok Mistefa Barzanî bû. Di 1ê Adara 1979an de, piştî çar salan di sirgûnê de, Serok Barzanî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê koça dawî kir û di 4ê Nîsana heman salê de, termê wî vegeriya Îranê û li bajarokê Şino yê li rojhilatê Kurdistanê hat veşartin.

Rewşa guhertinên herêmî bi giştî û koça dawî ya Serok Mistefa Barzanî, rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê neçar kiribûn ku civîneke berfireh û lezgîn pêk bînin. Ji bo vê mebestê, serokatiya demkî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê di destpêka tîrmeha 1979an de, li gundê Şawanê yê li bakurê bajarokê Şino yê li rojhilatê Kurdistanê civîneke mezin saz kir. Di dema civînê de, çend biryarên girîng hatin dayîn, ya herî girîng hilbijartina Mesûd Barzanî wekî serokê demkî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê heta Kongreya Nehem û hilbijartina Samî Ebdulrehman wekî sekreterê giştî yê Partiyê, her wiha hewldana asayîkirina têkiliyan bi Partiya Dêmokrata Kurdistana Îranê re û parastina têkiliyan bi Komara Îslamî ya Îranê re li dijî rejîma Îraqê, bi şertê ku Partî nexwaze destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Kurdistana Îranê de bike. Di civînê de, Serok Mesûd Barzanî daxwaz kir ku kongreya nehem di zûtirîn dem de heta havîn an payîza 1979an bê lidarxistin, lê Samî Ebdulrehman û komeke din bawer dikirin ku divê kongre heta bihara 1980an bê paşxistin, heta ku bernameya nû ya partiyê bi temamî di nav penaberan û rêxistina partiyê ya li Îranê de bê cîbicîkirin. Di dawiyê de, biryar hat dayîn ku kongre di wê dîroka diyarkirî de bê lidarxistin, ya ku Serok Mesûd Barzanî pêşniyar kiribû.

Di encama civînê de, komîteyeke amadekar ji bo lidarxistina Kongreya Nehem a Partiyê hat hilbijartin ku ji van kesan pêk dihat: 

  1. Elî Ebdullah 

  2. Îdrîs Barzanî 

  3. Mihemed Mela Qadir 

  4. Reşîd Sindî 

  5. Arif Teyfûr 

  6. Kerîm Şingalî 

  7. Wûrya Saetî.

Çavkanî:

• موحسین دزه‌یی، وێستگه‌كانی ژیانم، به‌شی سێیه‌م و کۆتایی، (هه‌ولێر - چاپخانه‌ی موكوریانی - 2015).

• روزنامه‌ کیهان، شماره 10751، تهران، 16 تیرماه 1358 ھ .ش ـ 7 تموز 1979م.

• روزنامه‌ بامداد، شماره 53، تهران، 17 تیرماه 1358ھ . ش ـ 8 تموز 1979م.

• سامي عبدالرحمن، الحزب الشعب الدیمقراطي الكردستاني: البدیل الثوري في الحركة التحرریة الكوردیة، التقریر السیاسي للمؤتمر التأسیسي لحزب الشعب الدیمقراطي الكوردستاني، 26 ـ 30 تموز 1981م، (بدون مكان ـ بدون سنة).

• محه‌مه‌د مه‌لا قادر، خه‌باتنامه‌، كورته‌ مێژووی پارتی و بارزانی نه‌مر، چاپی سێیه‌م، (هه‌ولێر- چاپخانه‌ی ئاراس- 2012).