Şehîd Derwêş Hesen Şiwan Mistefa, di sala 1927 an de li gundê Bolê ya ser bi bajaroka Sîdekan ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Gundnişîn bû û karê cotkariyê re mijûl bûye û xwendewar nebûye û xêzandar bû.
Di sala 1961 an de peywendiyê bi şoreşa Eylûlê re kiriye û li Betalyona Hacî Bêroxî ya ser bi hêza Balek de, bûye Serpel. Beşdariya şerên Hindirên û Zozik û Gorez da kiriye û li sala 1966 an de bi birayeke xwe yê bi navê Hemîd Şiwan Mistefa re ku ew jî Pêşmerge bû û bi komek ji hevalên xwe re li Gerûyê Omer Axa ya nahiye ya Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, ji ber topbarana artêşa rejîma Iraqê ve hatine şehîd kirin.
1. Arşîva însîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê


